Korona li Ewropa zû belav dibe û tu rewşên nû li Çîna tune ne

Tevî bergiriyên dewletên cîhanê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê, lê hîn jî Koronaya nû zû berbelav dibe.

Korona li Ewropa zû belav dibe û tu rewşên nû li Çîna tune ne
21 adar, 2020   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî kesên bi vîrusê ketine serjimariya dawîn tomar kir ku 277 hezar 49 kes pê ketine, 11 hezar 422 kes mirine û 91 hezar 986 kes rehet bûne.

Li Çînê ev 3 roj e ku tu kes bi vîrus neketiye, lê hejmara kesên ji derveyî welat tên û diçin bi vîrusê ketine zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Umanê 4 haletên vîrusê tomar kirine, li ser vî esasî hejmara giştî ya kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 52 kesn ji wan 13 halet rehet bûne.

Li Malaysia jî hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt hezar û 183 kesan.

Îro Singapore ragihand ku mêr û jineke xwedan pirsgirêkên tenduristiyê ji ber vîrusa Koronayê jiyana ji dest dane.

Her wiha li Thailand jî 89 kes bi vîrusê ketine.

Li Korya Başûr jî 147 kes bi vîrusê ketine û bi vê yekê 8 hezar û 799 halet hatine tomarkirin.

Ji ber vîrusa Koronayê roja înê li Îtaliyayê zêdetirî 4 hezar kes mirin.

Di nava 24 saetên dawîn de li Îtaliyayê 627 kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên mirine jî zêdetirî 4 hezaran e.

Bi armanca pêşîlêgiritina belavbûna vîrusê îro hikumeta Urdinê(Jordan) qedexeya derketina derve heta demeke nediyar ragihand.

New York û Californiya jî ku wekî jêdera aboriya welat in hemû çalakiyên xwe yên nesereke sekinandin û kombûn qedexe kirin, li gel vê yekê her du biryar ji bo 60 milyon kesî derbasdar e û wîlayeta New York,  Los Angeles û Silicon Valley jî digire nava xwe.

Her wiha wîlayeta llinois jî ku ji 3 bajarên DAY`ê pêk tê anku Chicago biryara mayîna li malê ragihand ku bendên wê hinekî ji biryarên her wîlayetên dîtir sivikitr in.

Duh serokê Amerîkayê Donad Trump welatê xwe nexist (karantînê)odeyên tenduristiyê, di heman demê de DYA`yê hîn zêdetir sînorên xwe yên bejahiyê girtin, Meksîk û Kenada jî di nav de ye.

Trump di civîneke çapemeniyê ya li Koşka Spî de got ku ez texmîn nakim ku rojekê dê ev yek girîng be.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Desteya Tenduristiyê bi hevkariya peymangeha PEAS alava 30 çirkiyan de teşxîsa vîrusê bike, kifş kir.

(eh)
​​​​​​