Hikumeta Sûriyê biryara girtina bazar, tevahî çalakî û saziyên giştî da

Hikumeta Sûriyê ji sibe heta demeke nediyar ji hemû parêzgehan xwest ku bazar, karên bazirganiyê, xizmetê, karên çandî û civakî û karên aliyên giştî bisekinînin.

Hikumeta Sûriyê biryara girtina bazar, tevahî çalakî û saziyên giştî da
21 adar, 2020   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di giştînameyên serokwezîran de hat diyarkirin ku tenê navendên firotina daneyên xwarin, zihmêr, dermanxane û navendên tenduristiyê yên taybet tên vekirin, ev giştîname ji sibe roja yekşemê heta demeke nediyar pêk tê.

Serokwezîr daxwaz ji wezaretan daxwaz kir ku li wezaretan û aliyên pê ve girêdayî biryarên pêwîst ên têkildarî kar bistînin anku yên ku sekinandina karên wan li pêşiya belavbûna vîrusa Koronayê nabe kelem.

Li aliyekî din jî di giştînameyê de hat destnîaşkirin ku divê hejmara karekên li aliyên karê wan pêwîstî pê heye, divê pir kêm bibe.

Di giştînameya serokwezaretê de xebata li avahiyên berhemdar ên cur bi cur nayê sekinandin.

Serokwezîr der barê sedema  giştînameyê de anî ziman ku armanca ji vê bergiriyê kêmkirina liv û tevgera welatiyan li bazar, avahiyên giştî û parastina wan ji xeteriya vîrusê ye.

Serokwezîr wiha axaftina xwe domand: "Ev jî berdwema bergiriyên hikumetê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê ye ji ber muhteml e vîrus berbelav bibe."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê li herêmê girtibûn û biryara qedexeya derketina ji herêman dabû.

(eh)