Rêveberiya Xweser biryara qedexeya derketina derve da

Ji bo berjewendiya giştî û wek tedbîrek li dijî vîrûsa Koronayê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavokek belav kir û tê de got: “Qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê wê di 23`yê Adarê de destpê bike.”

Rêveberiya Xweser biryara qedexeya derketina derve da
19 adar, 2020   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di belavoka ku belav kiriye de got:

“Ji ber xeteriya vîrûsa Korona li ser cîhan û herêmê, ji bo parastina silametiya şêniyan, em ji tevahiya şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin van tedbîran bînin cih:

1-Qedexeya derketina derve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibeha roja Duşemê 23`yê Adarê ve, di saet 6:00`ê sibehê de destpê dike.

2-Tevger û veguhestin di navbera rêveberiyên xweser û sivîl de û di navbera bajarên sereke de ji sibeha roja Şemî 21`ê Adara 2020`an de di saet 6:00`an sibehê de tê qedexekirin.

3-Tevahiya xwaringeh, bazar, parkên giştî, iyadetên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê tên girtin.

4-Ji vê qedexeyê tevahiya nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên  navneteweyî, xaça sor, heyva Sor, dermanxane, komînteyên pakkirinê, karkerên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan, sahrîcên sotemenî têne istisnakirin.

5-Divê şênî tedbîrên hatine bibîrxistin bînin cih û her muxalefeyek wê xwediyê wê rastî berpirsyariya qanûnî were.

(şx)

ANHA