Sersaxî ji malbata şehîd Zehredîn re hate xwestin

Bi sedan şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şervanê YPG‘ê Mihemed Dawid re ( Zehredîn Efrîn) re xwestin

Sersaxî ji malbata şehîd Zehredîn re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Zehredîn re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Zehredîn re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Zehredîn re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Zehredîn re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Zehredîn re hate xwestin
18 adar, 2020   14:20
HELEB

Bi sedan şêniyên Helebê duh cenazeyê şervanê YPG‘ê  Mihemed Dawid (Zehredîn Efrîn) ê 15’ê vê Adarê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû li Goristana Şehîdan a herêma Şiqeyêf spart axê.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Helebê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Zehredîn Efrîn ê ku li Qada Şehîdan hate vedan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Kongre Star Fatme Hesen, endamê Meclisa Komxebata Olan Umer El-Şamî, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Kenan Betal û bi navê meclis û taxan axivîn.

Axêveran sersaxiya malbata şehîd Zehredîn kir û gotin ku dê armanca şehîdan heta rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî pêk bînin.

Axêveran destnîşan kir ku qurbaniyên ku di oxira rizgarkirina xakên dagirkirî de tên dayîn badilhewa naçin û dê pêşeroj şahid be.

Li dawiyê axêveran bal kişand ser ku dê berxwedan û têkoşînê bilind bikin ku parastina destkeftiyên şehîdan bikin.

Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdên Berxwedanên Serdem û Rûmetê bi dawî bû.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zD075zw2xHg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>