Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa giştî ya navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê hilbijart

Di nav amadekariyên kongreya giştî de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê lidar xist. Partiyê 15 nûner ji her du navçeyan hilbijartin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa giştî ya navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê hilbijart
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa giştî ya navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê hilbijart
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa giştî ya navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê hilbijart
14 adar, 2020   14:36
QAMIŞLO

Îro Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn ên navçeyên Til Hemîs û Tiberspiyê li hola Navenda Çandî ya Til Hemîsê lidar xist. Serokê Buroya Rêxistinî şaxê Cizîrê Salih Zewba, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Samir Kebro, endamên partiyê yên navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Sivîl a navçeyê tev Ii kongreyê bûn.

Hola kongreyê bi pankartên bi nivîsên girêdayî edalet û wekhevî di navbera gelên Sûriyê, fedekariyên şehîdan, ên ku banga pirrengî û demokratîk dikin û alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xemilandin.

Di civînê de El-Zewba perspektîfên rêxistinî yên partiyê û geşedanên dawîn ên siyasî li hundir û derveyî Sûriyê şîrove kirin. Ji aliyê xwe ve Samir Kebro destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo ku êş gelê Sûriyê rake û hêviyên wî di Sûriyeyek nû de pêk bîne ava bû.

Kebro di nav axaftina xwe de bang kir ku divê gelê Sûriyê hevgirtî be, ji nejadperestî dûr bikeve da ku edaleta civakî û aborî pêk were.

Di dawiya civînê de 15 endamên partiyê wek endamên meclisa navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê  hatin hilbijartin. Di nav de serokê meclisê û cîgirê wî û 5 endamên Desteya Rêveber. Ev endam wê tev li kongreya giştî ya partiyê bibin.

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oAxJAItMf0c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>