Macron bi Hefter re dicive

Serokê Fransayê  Emmanuel Macron û rayedarên payebilind ên Fransayê, pêşwaziya Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayî, Muşîr Xelîfe Hefter, li paytexta Parîsê kir.

Macron bi Hefter re dicive
9 adar, 2020   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê got, Hefter bi vexwendineke fermî ji Macron îro gihişt Qesra Elysee da ku geşedanên derbarê têkoşîna li dijî terorê û dosyaya koçberan gotûbêj bikin.

Li gorî buroya ragihandinê, Serokê Fransa pesnê rola Artêşa Libya di piştevaniya operasiyonên li dijî terorê de kir û piştevaniya xwe ya ji bo hewildanan pêkanîna aramiyê li seranserê herêmê anî ziman.

Ji aliyekî din, Hefter bi serdaneke fermî li Parîsê bi Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian re civiya.