ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 -03-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 -03-2020
8 adar, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi beşdarbûna jinên kantona Qamişlo pîrozbaniya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bendava Mizgeftê ya navçeya Tirbespiyê tê lidarxistin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên li kantona Hesekê 8‘ê Adarê li bajarokê Til Beyder ê li ser rêya Dirbêsiyê pîroz dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarê Kobanê pîrozbahiya 8‘ê Adarê li qada Jina Azad tê lidarxistin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Minbicê bi wesîleya 8‘ê Adarê meşekê li dar dixin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundê Meret El-Muslimiyê ya navçeya Ehdasê yê kantona Şehbayê jin 8‘ê Adarê pîroz dikin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çavdêran gotin, Rûsya di neçarkirina dewleta Tirk a qebûlkirina rewşa nû li Idlib û sepandina sînorên nû yên peymana Soçiyê de bi ser ket. Trump hewl dide hevalbendên xwe yên Afgan razî bike û hêzên Amerîkayê vekişîne. Vîrusa Koronayê jî li cîhanê belav dibe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Dema mirov li daxuyaniyên serokê Sûriyê Beşar Esed yên duh û îro binêre, rêzenakokî bala mirov dikişîne. Ew nakokî du nîşaneyan didin, a yekê yan ew nikare siyasetê fam bike, ya din jî ji hêla kesên din ve tê birêvebirin. (BI WÊNE).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Ehmed Şêxo diyar kir ku wan metirsî û gefên dewleta Tirk ên bi gelek aliyên têkildarî ên dewletên Ewropayê re nîqaş kirin û got: "Di gelek hevdîtinan de me diyar kir ku gefên Erdogan cidî ne û dibe pêk bîne. Civaka Ewropa ji metirsiyên dewleta Tirk hayedar e, lê berjewendiyên navdewletî raya giştî bêdeng dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) gotin: “Em ji bo azadiya jinan têkoşiyan û em ê heya rizgariya tevahî jinan têbikoşin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya domdar û dorpêça ku rejîma Sûriyê ji du salan ve ferz kiriye, şertên dijwar dijîn. Li rexma hemû şertên dijwar şênî terka warê xwe nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA