​​​​​​​Dewleta Tirk dîwarê çemento bi qasî 400 m derbasî erdên Sûriyê kir

Wek hewldaneke mayîndekirina dagirkeriyê, dewleta Tirk a dagirker dîwarê çemento bi qasî 400 m derbasî erdên Sûriyê kir û ji bo tirsandina sivîlan, polîsên leşkerî bi çeteyên Cebhet El-Nusra guhert.

​​​​​​​Dewleta Tirk dîwarê çemento bi qasî 400 m derbasî erdên Sûriyê kir
7 adar, 2020   11:26
ŞEHBA- SÎMAV XELÎL

Tevî binpêkirin, siyasetên  Tirkkirinê, guhertina demografî û qirkirina etnîkî, dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê qutkirina rûbereke berfireh ji erdan û tevlîkirina xaka Tirkiyê bi rêya avakirina dîwarê çemento, dewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker dîwarê çemento ku li ser sînorên kantona Efrînê lê dike, ji dawiya meha Sibatê de bi qasî 400 m derbasî erdên Sûriyê kir.

Duh, serokê rêveberiya hikumeta Sûriyê Beşar El-Esed tu sedemên ne lihevkirina bi dewleta Tirk re ku erdên Sûriyê dagir dike, ne dît.

Hemwextî van kiryarên ku dagirkeriyê mayînde dikin, artêşa Tirk bi zanabûn "polîsên azad" bi çeteyên El-Nusrayê ku di lîsteya terorê ya cîhanê de, guhert û niha li Efrînê di bin navê endamên ewlekariya hundirîn tev digerin.

Çavkaniyekî ji gundên bakurê Efrînê ku ji ber sedemên ewlekarî nexwest navê xwe eşkere bike, wiha ji ajansa ANHA`yê re ragihand: " Dewleta Tirk a dagirker, endamên polîsên azad bi endamên rêxistina herî terorî li cîhanê (Cebhet El-Nusra) re guhert. Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bi kuştin, koçberkirina bi darê zorê û diziyê têr nebûn û çeteyên El-Nusra di bin navê hêzên ewlekariya hudirîn li kantonê, xistin tevgerê. Çavkanî ev pirs kir; ji kengî ve terorîstên El-Nusra ku li cîhanê bi sûcan tên naskirin bûn parêzvanên welatiyan?."

Çavkanî destnîşan kir ku ev yek wek hewldana tirsandina şêniyan pêk hatiye.

li gorî çavkaniyên din ji hundir kantona Efrînê, di Sibata borî de biryarnameyek derket ku bang li endamên komên çete yên naxwazin biçin Lîbyayê dike, ku çekên xwe radest bikin û bibin welatiyên sivîl.

Çavkanî tekez kir ku ev biryarname li ser hemû komên çete yên li herêma Efrînê hatiye ferzkirin.

Her wiha diyar kir ku şandina çeteyan ji bo Lîbyayê bi awayekî rojane dewam dike û ev yek bi hevkariya bi fermandarên çeteyan û istîxbaratên Tirkiyê re tê kirin. Her wiha ji her komeke çete re nûnerek û nivîsgeheke taybet ji bo koordîneyê û birêxistinkirin kar û barên çûyîna Lîbyayê, heye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji nîvê meha Kanûna 2019`an de, 4 navend di bin çavdêriya (Furqeya Hemzat, Cebha Şamiye, Lîwa Mûtasêm, Lîwa Şemal) de vekir, da ku navên çeteyên dixwazin biçin Lîbyayê qeyd bikin û li kêleka Tirkiyê şer bikin û 2 hezar dolarên Amerîkayê werbigirin.

cx

ANHA