Yewnanistan: Erdogan agahiyên derewîn belav dike

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis der barê belavkirina agahiyên derewîn de Erdogan tewanbar kir û piştrast kir ku Ewropa nakeve bin xefka şantaja dewleta Tirk.

Yewnanistan: Erdogan agahiyên derewîn belav dike
7 adar, 2020   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Yewnanistanê li gel kanala CNN a amerîkî bal kişand ser ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan divê fêm bike ku ne pêkan e Ewropa bi kaxiza koçberan şantaj bike û divê agahiyên derewîn belav neke.

Serokwezîrê Yewnanistanê anî ziman ku dewleta Tirkiyê derfet dide ku rê li pêş koçberan ku derbasî Yewnanistanê bibin vedike û wiha domand: " Dewleta Tirk koçber û penaberan mîna topên gosiyasî bi hedefa geşkirina berjewendiyên xwe yên taybet mîna fersendekê bi kar tîne."

Der barê peymana ku dewleta Tirk û YE’yê îmze kiriye de Kyriakos Mitsotakis wiha da zanîn: "Mir". Ji ber Enqere peyman bi temamî bi sedema rûdanên li Sûriyê bin pê kir. Her wiha Kyriakos Mitsotakis piştrast kir ku dewleta Tirk neçare ku koçber û penaberan nehêle bi rêya xeta peravê ya bi ser welatê wê ve derbas bibin, divê nehêle koçber bi awayekî neqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis destnîşan kir ku kesên hewl didin derbasî Yewnanistanê bibin, ji Sûriyê nayên, lê bel ji dewleta Tirkiyê tên. Ji ber ku piranî bi zimanê tirkî baş dizanin û tevahî piştevaniyê ji hikumeta Tirkiyê werdigirin.

Dewleta Tirk li pêş koçberên Sûriyê da ku derbasî Yewnanistanê bibin sînor vekir, ew jî bi hewldana şantajkirina YE’yê bi kaxiza koçberan e.

fr