Xeyas Neyîsa: Daxuyaniyên El-Esed wêrankirina mozayika nîştimanî ya Sûriyê ne

Muxalif û analîzvanê sûrî Xeyas Neyîsa der barê daxuyaniya Beşar El-Esed de a têkildarî hebûna Kurdan axivî û got: "Zirarê dide cewherê neteweyî û rejîm ji bo berjewendiyên xwe biparêze li ser hesabê gelên Sûriyê bi hêsanî berjewendiyên neteweyî davêje."

Xeyas Neyîsa: Daxuyaniyên El-Esed wêrankirina mozayika nîştimanî ya Sûriyê ne
7 adar, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Têkildarî daxuyaniya serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed a înkara hebûna Kurdan li Sûriyê, muxalif û analîzvanê siyasî yê sûrî Xeyas Neyîsa axivî û got:"Daxuyaniya Esed xwedan gelek nirxandinan e, ya yekemîn ku rastî hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan de hatiye, ez texmîn dikim ku li ser esasê nermkirina helwesta Erdogan ji danûstandinên bi  re Pûtin re, di heman demê de nîşana erêniyê dide Erdogan ji ber rejîm û dewleta Tirk dijminatiya mafên Kurdan dikin û nexasim projeya Rêveberiya  Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Neyîsa wiha domand: "Nirxandina duyemîn ji daxuyaniyê jî ew e ku rewşa hundirîn a herêmên di bin serweriya rejîmê de gihaştiye asteke wisa ku îdeolojiya kevn bi kêrî gel nayên û nema karin pêwîstiyên xwe li gorî vê rejîmê qezenc bikin, lewma rejîmê giraniya xwe winda kir û ev daxuyanî wekî gurkirina hestên şovînîst ê ereban li dijî Kurdan hatiye ragihandin. Di vir de jî rejîm di wê baweriyê de ku bi vî awayî dê xelkê li dorhêla xwe kom bike, lê belê ew ê bi bin bikeve, ji ber xwesteka gelên li herêmê heman xwestekên gelên sûrî ne."

Neyîsa nirxandina sêyemîn ji daxuyaniya Esed re wiha şirove kir: "Gefa li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di heman demê de rasterast gefan li Rêveberiya Xweser dixwe, ev jî tê wateya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta ku bi hevkariya rejîma Tirk be jî dê hedefa duyemîn a Esed be.

'DAXUYNIYÊN EL-ESED MÛZAYKA NÎŞTIMANÎ DIRÛXÎNIN'

Der barê daxuyaniyên El-Esed de Neyîsa wiha got:"Daxuyaniya ku rastiya hebûna gelê Kurd û mafên wî li Sûriyê tune dike tu tiştî ji bilî parçebûna nîştimanî ya heyî nake  xeteriyên li ser berdewamkirina rûxandin û xirakirina welat zêde dike. Di hema demê de, rejîma heyî bi serweriya xwe yê ku hevgirtina nîştimanî hildiweşîne û hêzên gelê Sûriyê yên nîştimanî û demokratîk parçe dike."

Neyîsa wiha pêde çû:"Di daxuyaniyên El-Esed de tê piştrastkirin ku  ev rejîm bi hêsanî dest ji berjewendiyiên nîştimanî ji bo berjewendiya hebûna xwe li ser hesabê hilweşandina welat û xwîna gelê Sûriyê, ber dide. Em dibînin aliyê nîştimanî yê rast parastina yekitiya welat, aramiya gelê Sûriyê û berjewendiyên wan dike ew jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bûyerên di nava 9 salan de vê yekê isbat dike."

 ‘TÊKOŞÎNA GELÊ SÛRIYÊ YEK E‘

Neyîsa di axaftina xwe pişterast kir ku  gelê Kurd pêkhateyên resen û girîng ji pêkhateyên gelên Sûriyê ne, tu çareseriyên nîştimanî yan jî demokratîk bêyî hebûna wî û bêyî çareserkirina dozan nabe.

Analîzvanê Siyasî û opozîsyonerê sûrî Xeyas Neyîsa di dawiya de wiha anî ziman:"Têkoşîna gelê Sûriyê bi giştî yek û hevbeş e û ew jî li dijî şer, dijî sîstema desthilatdar, paşguhkirina nîştimanî, hemû dagirker û milîsên çete, cîhadî û selefî ye. Gelê Sûriyê yê mezin di têkoşîna ji bo rizgarkirina nîştimanî de pişta xwe didin projeya xwe ya rast û dînamîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

)bx-eh)

ANHA