Li Minbic, Kobanê û Helebê çalakiyê 8‘ê Adarê

Li Minbic, Kobanê û Helebê têkildarî 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakî hatin lidarxistin.

6 adar, 2020   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

MINBIC

Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8‘ê Adarê bi dirûşmeay "Têkoşîna me azadî ye û berxwedama me serkeftina me ye" çalakiyek ji bo zarokên şehîdan li hola navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li dar xist.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan kurê şehîd Suhêlo Etmûna, Ebdulqadir Etmûna axivî, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got, bi saya fedekariya şehîan ew li ser xaka xwe bi aştî dijîn.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Îbrahîm bi navê meclisê axivî û got: "Şehîd ne çîroka mirovekî ye ku kefenê xwe daniye ser milê xwe, lê belê şehîd destekeke ku di oxira welat de canê xwe da û ji cîhanê re îsbat kirin ku sembolên aştî, azadî û biratiya gelan in."

Piştî axaftinan, Koma Zarokên Şehîdan a Dîlanan, Koma Şehîd Hevrîn Xelef a Stranên Gelerî, Koma Şehîd Botan a Dîlanên Tirkmanî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Zarok Sîracedîn El-Abo û Tacedîn El-Abo helbest xwendin.

Di dawiya çalakiyê de Meclisa Jinan a Minbicê diyarî dan zarokên şehîdan.

KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê bi boneya 8‘ê Adarê daxuyanî dan.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jin, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Saziyên Civaka Sivîl û Rêveberiya Xweser li Daristana Kobanê ya rojavayê bajêr hate xwendin.

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Gulan Sasûn daxuyanî xwend û got: " 8‘ê Adarê roja azadiya jinan e. Em her sal 8‘ê Adarê bi berxwedan û têkoşînê pêşwazî dikin. Jinên Kurd xwe bi rêxistin kirin û ji jinên cîhanê re bûn mînak. Jinan di hemû qadan de siyasî, leşkerî û doplomasî cih girtin û ji cîhanên re îsbat kirin ku aşiqên jiyana azad in. Jin hêza xwe ji giyanê şehîdên mîna Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr û şehîdên in digirin.

Tevî pêşketinên ku jinan di her qadan de bidest xistin bi taybet di qada fikirî de, hîna jî kiryarên zihniyeta baviksalarî ji kuştin û êrişên li dijî jinan berdewam in."

Gulan bang li hemû jinan, bi taybet jinên ciwan kir ku li dijî zihniyeta baviksalarî serî hildin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî banga berxwedanê kir.

Piştî xwendina daxuyaniyan, dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin hatin avêtin.

TURUVENYA FUTBOLÊ

Bi heman boneyê, Desteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Koibanê maçek futbolê ya  jinên ciwanan  li dar xist.

Maç di navbera Tîma Kobanê û Tîma Wehda li stada Nerwêc a bajarê Kobanê hate lîstin.

Beriya ku lîstik destpê bike endama Koordînasyona Kongrey Star Zehra Berkel û Hevseroka Meclisa Ciwanên PYD‘ê Xunav Xelîl axivîn û 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.

Maç bi serkeftina Tîma Kobanê 2-0 bi dawî bû.

HELEB

Li Helebê jî, girêdayî heman armancê, Tevgera Jinên Ciwan, Buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û Asayîşa Jin rezeçalakî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de Buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi wesîleya 8‘ê Adarê serdana saziyan kirin û gul û karta bi wêneyê şehîd Hevrîn Xelef diyarî jinan kirin.

Her wiha Tevgera Jinên Ciwan li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û awazên defê li kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriyan û gul diyarî jinan kirin.

Li aliyekî din Asayîşa Jinê meşek bi erebeyan kirin. Endamên Hêzên Asayîşê ya Jin wêneyên şehîdan hildabûn û di nava kolanên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê de geriyan û li Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê ya li herêmê Şiqêf xelekên dîlanan li ber stranên şoreşgerî gerandin.

ANHA