Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata şervanê HRE`yê Serhildan Efrîn re xwest. Konê sersaxiyê li gundê Til Sosînê yê girêdayî navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê hat vedan.

Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn
Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn
Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn
Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn
Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn
Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn
Di merasîma şehîd Serhildan Efrîn de soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn
6 adar, 2020   13:24
ŞEHBA

 

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehras a kantona Şehbayê vegirt û kon bi alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîd Aram Îtram (Serhildan Efrîn)  ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê şehîd bûbû, hat xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rizgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê kantona Efrînê endama meclisê Asya Ebdo axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Asya piştrast kir ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Her wiha endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Hediya Yûsif jî axivî û wiha got: “Di bin konê sersaxiya Serhildan de ku bêdudilî di oxira parastina gelê xwe de li ber xwe da, em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Şehîd mîrateyên gel û berxwedanê ne, lewma divê şopdarên şehîdan bin û azadiya xwe mîsoger bikin.”

Hediya wiha axaftina domand: "Dijminê mirovahiya ji bo siyaseta xwe ya şovenîst bide meşandin, azadiya gelan û demokrasiyê red dike û yê me jî tenê rêya berxwedan û rêxistinkirinê li pêşiya me ye, encax bi vê rêyê parastina mafên xwe û projeya xwe ya demokratîk bikin."

Hediya Yûsiv bal kişand ser hevdîtina malbatê ya bi rêber Abdullah Ocalan re û da zanîn ku rêber Ocalan kesên li Bakur, Başûr, Ewropa û Rojava li dijî tecrîdê derketine, silav kir. Hediya di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rêber Abdullah Ocalan eşîrên li Rojava silav kir, her wiha çi kesên di saziyan de dixebitin silav kir û got divê li gorî berpirsyariyê, layiqî rêbertî û têkoşîna wî bin.

Di merasîma sersaxiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûrî Welo axivî û amaje bi girîngiya yekitiya nîştimanî kir.

Paşê wesîqeya şehîd Serhildan Efrîn hate xwendin û radestî malbatê kirin. Merasîm bi sloganên "Bijî Berxwedana Serdemê” û “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA