YE: Em qebûl nakin Tirkiyê kaxiza penaberan mîna fişar û alaveke bazariyê bi kar bîne

Rayedarê siyaseta derve ya YE’yê Josep Borrell piştrast kir ku dewleta Tirk barekî mezin der heqê mijara penaberan de hildigire, lê belê ew qebûl nakin ku Enqere kaxizê mîna fişar û alaveke bazariyê bi kar bîne.

YE: Em qebûl nakin Tirkiyê kaxiza penaberan mîna fişar û alaveke bazariyê bi kar bîne
6 adar, 2020   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Josep Borrell têkildarî mijarê wiha got: "YE dê piştî agirbesta ku Enqere û Rûsyayê ragihandiye, dê alîkariyên sivîlên azar ji şer kişandine, bike."

Josep Borrell li gel çapemeniyê beriya civîna wezîrên karên derve yê YE’yê li paytexta Xirvatistanê Zagrebê wiha da zanîn: "Agirbest tiştekî baş e, dê ka bibînin wê çawa derbas bibe. Lê belê merca me jî zêdekirina alîkariyên mirovî ji şêniyên Idlibê re ye."

Borrell li ser pirsa heke derfeta qedexekirina balafirên li asîmanê Idlibê heye yan na, wiha anî ziman: "Divê keda me der heqê aliyê mirovî de be."

Borrell destnîşan kir ku hikumetên YE’yê dê îro li ser zêdekirina pereyan ji koçberan li dewleta Tirk nîqaş bike û îşaret pê kir ku YE’yê bikaranîna Enqereyê ya kaxiza koçberan wek alaveke bazarî û fişarê qebûl nake.

Rayedarê Ewropayê diyar kir ku dewleta Tirk barekî mezin ê koçberan hildigire û divê vê bizane. Lê belê di vê dema niha de, ew bikaranîna kaxiza koçberan fena fişarê qebûl nakin.

(fr)