Projeyek biçûk jêdera quta 4 malbatan

Projeya çandiniyê ya ku di sala derbasbûyî de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê destpê kiriye, encamên erênî pêk anîn, quta malbatên ku dest bi projeyê kirine peyda kir.

Projeyek biçûk jêdera quta 4 malbatan
Projeyek biçûk jêdera quta 4 malbatan
Projeyek biçûk jêdera quta 4 malbatan
Projeyek biçûk jêdera quta 4 malbatan
Projeyek biçûk jêdera quta 4 malbatan
6 adar, 2020   05:35
HELEB-SOLÎN REŞÎD-MIHEMED EBDO

Di nav hewldanên avakirina projeyên aborî ya li gorî pergala komînal de, 4 malbat ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd bi hev re projeyek çandinî vekirin. Erdek bûr bi rûbera 2 donim tijî berhemên şer veguherand zeviyek çandiniyê. Projeya wan biser ket û ji salekê ve debara quta xwe bi rêya wê projeyê peyda dikin.

Her 4 malbatan erd bi cûreyên şînkahiyên havîn û zivistanê çandin û di nav sûkên herêmî de bi buhayên guncew firotin.

Ajansa me sala borî girêdayî vê projeyê nûçeyek belav kiribû. Îsal piştî serkeftinê projeyê malbatan projeya xwe fireh kir û niha sewalan xwedî dikin.

 ‘ARMANCA ME NE QEZENCA ZÊDE YE, LÊ BELÊ EM DIXWAZIN QUTA XWE JÊ PEYDA BIKIN‘

Serkeftina projeyê bi firotina berheman bi buhayên guncew  di nav sûkan de ve girêdayî ye û qezencî di navbera malbatan de tê parvekirin.

Said Heskêlo yek ji şêniyên ku tev li projeyê bûne dibêje: "Erd bûr bû û nedihat çandin. Tijî bermahiyên şer bû. Lê me sererast kir û sûd jê girt. Rûbera ku em diçînin li gorî projeyek çandiniyê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye biçûk e. Lê em dixwazin diyar bikin ku bi hevkariyê em dikarin gelek tiştan bikin."

Heskêlo wiha domand: "Ev zevî debara quta 4 malbatan peyda dike. Em di vê projeyê de qezenca pir naxwazin."

 ‘ÇANDINA DEMSALÎ RANAWESTE‘

Heskêlo di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Di dirêjahya salê de em ranawestin. Karker li gorî demsalê şînkahiyan diçînin. Di havînê de em bacanasor diçînin. Lê şînkahiyên din mîna pîvaz û sîr di demsala zivistanê de diçînin. Da ku zeviya bi rûbera 2 doniman di dirêjahiya salê de kesk bimîne."

Heskêlo behsa mijara buhabûna dolarê li beramberî lîreyên Sûrî kir û got: "Piştî buhabûna dolarê li beramberî lîreya Sûriyê me bi rêya vê zeviyê rolek di sivikkirina barê şêniyan de lîst. Me berhemên xwe di nav sûkan de bi buhayên kêm frotin. Me kîloya pîvazê bi 200 lîreyên Sûriyê. Lê di nav dikanan de bi 250 lîreyên Sûriyê bû. Di nav sûka reş de kîloya wê digihêje 400 lîreyên Sûriyê."

Heskêlo wiha berdewam kir: "Em vê erdê di zivistan û havînê de diçînin."

PROJEYÊN PÊŞEROJÊ PÊWÎSTIYA WAN BI KAR Û XEBATKARAN HEYE

Bi armanca firehkirina projeyê û zêdekirina xebatkaran, her 4 malbatan wek gavek destpêkê 52 serî pez di axurekê de li ser wê erdê xwedî kirin. Niha li cem wan 81 mih û 48 berxik hene.  Beran wê werin firotin lê mih wê bibînin ji bo ku sûd ji şîrê wê werin girtin da ku pê mast çêbikin.

Girêdayî mijarê Heskêlo got: "Bi hatina cejnan re em plan dikin 300 berx bi bihayên guncew bifroşin. "

Di dawiyê de Heskêlo destnîşan kir ku planên wan ên pêşerojê hene. Mîna xwedîkirina çêekl ji bo hilberandina şîr, mast û penêr û amadekirina sûkek ji bo firotina sewalan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qytgGEvQKQ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>