‘Pêkanîna yekitiya kurdî destpêka şikenandina projeyên dagireran e‘

Siyasetmedar û hunermendên li herêma Efrînê gotin:"Rewşa parçekirinê di nava partiyên kurdî de bandoreke neynî li xeta yekitiya netewa kurdî dike. Ev yek valatiyê û nuqteyên lawazbûnê çêdike û dijminên me vê yekê ji xwe re derfet digrin."

‘Pêkanîna yekitiya kurdî destpêka şikenandina projeyên dagireran e‘
6 adar, 2020   05:00
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Di demekê de ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî destkeftiyên gelê Kurd êriş têne kirin, pêwîstî bi yekrêziya xîbata kurdî derdikeve pêş ku karibe ji zêdegaviyên dagirkeran, di serî de dewleta Tirk de bibe bersiv.

Li ser mijarê siyasetmedar û hunermendên li herêma Efrînê ji ANHA‘yê re axivîn. Siyasetmedar û hunermendan diyar kirin ku pêwîste hemû partî û hêzên siyasî hevgirtina xwe çêbikin da ku hêviyên gelê Kurd bi cih bînin û hêzekê ku parastina wan bike, ava bikin.

Siyasetmedar Mihemed Reşîd wiha got:"Divê hemû hêzên siyasî di vê pêvajoya hesas de di yek rêzê de bisekinin û helwesta niştîmanî ku karibe li hember projeyên hêzên dagirker ku dixwazin yekîtiya kurdî parçe bikin, derxînin pêş."

Reşîd di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:"Girîng e ku mirov çi insiyatîfên ji bo yekîtiya pêşwazî bike çi ji partî, sazî û civaka kurdî be. Bi giştî mirov piştgiriyê bide van insyatîfan û insiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê pêşwazî bike."

Reşîd wiha dawî li axaftina xwe anî:" Yekitî rêya şikandina planên li djiî pêkhatyên Rojhilata Navîn têne kirin ên ku di berxwedana slefîzîmê û şepêlên radîkal barên giran hilgirtin e."

Siyasetmedar Barîn Mamo jî ev titş got:" Di çarçoveya hewldanên lêgerîna ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û di demeke hesas û pir girîng de ji kurd û gelê Sûriyê re û, em destek didin insiyatîfa QSD û gelê Kurd ew pêkhateyên duyem di Sûriyê de ne. Ji ber wê em tekez dikin ku yekitiya kurdî dê aloziya Sûriyê çareser bike û bi taybet bi rêya projeya biratiya gelan û nemûneya netewa demokratîk."

Barîn bang li partiyên siyasî kir ku ji bo yekitiyê têkevin nava tevgerê, derfet nedin hêzên derve ku serweriya xwe li wan bike û dest bi diyalogên Sûrî – Sûrî bikin da ku aloziyê çareser bikin.

Her wiha hunermend Neyazî Seydo hişyarî ji parçekirinê da û wiha bilêv kir:"Rewşa parçekirinê di nava partiyên kurdî de bandoreke neynî li xeta yekitiya netewa kurdî dike. Ev yek valatiyê û nuqteyên lawazbûnê çêdike û dijminên me vê yekê ji xwe re derfet digrin. Gelek aliyên kurdî hene ku hevkariya Tirkiyê dike ku dijminê herî mezin ji doz û mafê gelê Kurd re ye. Ev alî û aliyê Tirkiyê derbasî qadên navdewletî dikin û xwe weke nûnerên kurdan nîşan didin. Lê bi rastî ew banga mafên kurdan nakin wek ku xwestekên Tirkiyê pêk tînin."

Hunermend Neyazî Seydo wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em tekeziyê li ser girîngiya insyatîfa Mezlûm Ebdî dikin. Ji ber armanca wan pêkanîna nêzîkbûn û yekitiya xwestekên tevgera Kurdî dûrî nakokiyên partiyan û ev yek xwestekên gelê Kurd pêk tîne."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/awyKoXG19bg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>