Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê bi Mezlûm Ebdî re civiya

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê bi Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî re civiya. Di hevdîtinê de şandeya Şengalê spasiya QSD`ê kir ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê tune kirin û jin û zarokên Êzidî ji pençên çeteyan xilas kirin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê bi Mezlûm Ebdî re civiya
5 adar, 2020   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Şengalê ku ji endamên  Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk hat serdana avahiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir û bi Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî re civiya.

Şande ji qeymeqamê Şengelê Fehed Umer, hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hecî, berpirsê Têkiliyên Dîplomasî ya Rêveberiya Xweser Faris Herbo û hejmarek rûspiyên êlên Şengalê tevî şêwira hevserokatiya herêma Cizîrê Nesîm Şemo û endama Mala Êzidî Mehmûd Reşo pêk hat.

Di hevdîtinê de şandeya Şengalê spasiya QSD û tevahiya pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber keda di tunekirina DAIŞ û rizgarkirina jin û zarokên Êzidî de dane.

Ji aliyê xwe ve Ebdî piştgiritiya xwe ya bi şêniyên Şengalê bi tevahiya rêbazan destnîşan kir û destanên hêzên wan di rizgarkirina Şengalê de silav kir.

Ebdî diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi erka xwe ya exlaqî û mirovî li hember şêniyên Şengalê anîn cih û soza berdewamkirina têkoşînê heya rizgarkirina tevahiya revandiyan da.

(şx)

ANHA