Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê kongreya xwe li dar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Tebqayê li dar xist, serokatiya meclisa Tebqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, cîgirê wê tevî 15 endamên din hatin hilbijatin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê kongreya xwe li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê kongreya xwe li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê kongreya xwe li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê kongreya xwe li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê kongreya xwe li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê kongreya xwe li dar xist
5 adar, 2020   17:13
TEBQA

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya giştî ya yekemîn de, bi dirûşmeya `Sûriyeya demokratîk, ne navendî, rûniştandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk`  kongreya xwe ya şaxê herêma Tebqayê lidar xist.

Kongrê li navenda çandê ya bajêrê Tebqayê lidar ket. Bi dehan endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, şêx û rûspiyên êlên herêmê, endamên Rêveberiya Jin a Tebqayê beşdarî kongreyê bû. Kongrê bi deqeya rêzgirtin, piştre serokê Buroya Birêxistinkirinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê  Mihemed El-Xelef perspektîfên siyasî û rêxistinî xwendin. Di perspektîfên siyasî de siyaseta artêşa Tirk a dagirker a di dagirkirina axa Sûriyê de, belavkirina fîtneyan di navbera cînên civaka Sûriyê de da ku bi awayekî hêsan kontrol bike, hatin destnîşankirin.

Di perspektîfên rêxistinî de hate bibîrxistin ku pêwîste endamên partiyê li gorî makemîzmeya rêxistinî ya partiyê weke ku partiyek gelêrî ye ku berjewendiya giştî ji civakê re pêk tîne werin birêxistinkirin.

Her wiha girîngiya perwerdeyê wek dermanek ji tevahiya pirsgirêkên rêxistinî re hate teqezkirin. Di serî de nexweşiya hezkirina desthilatê û tekekesiyê.

Piştî xwendina perspektîfan serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musene Ebdulkerîm geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn bi taybet şerên li Idlibê rû didin şîrove kirin.

Ebdulkerîm diyar kir ku Tirkiyê tevahiya kaxizên xwe li herêmê winda kirin û leşkerên xwe di şerên li dijî rejîmê de bikar anîn da ku Idlibê kontrol bike. Piştî zêdebûna hejmara kuştiyên artêşa Tirk a dagirker hêrsa gel di hundirê Tirkiyê de zêde bû.

Ebdulkerîm behsa destkeftiyên partiyê û çalakiyên wê yên li Tebqa û gundewarên wê hatine bidestxistin kir. Her wiha tevlikirina hejmarek mezin ji endaman di refên partiyê de, birêxistina civakê bi taybet çîna ciwanan.

Paşê hilbijratinên meclisa bajarê Tebqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pêk hatin. Rûşîn Mihemed wek seroka meclisê û Yasir El-Kurdî wek cîgir tevî 15 kes wek endamên partiyê bi rêya dengdayînê hatin hilbijratin.

Piştî bidawîbûna hilbijartinan, serok meclisa Tebqa ya nû Rûşîn Mihemed encamnameya dawîn a kongreyê xwend. Tê de hate gotin: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê; partiyek serbixwe ye. bi tu ajandeyan çi herêmî yan jî navneteweyî ve ne girêdayî ye. Partiyek gelêrî ye ji tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê pêk tê. bê cudahiya olî yan jî taîfî yan jî mezhebî."

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin: "Aloziya Sûriyê tenê bi rêya çareseriya siyasî û diyaloga Sûrî-Sûrî di bin sponseriya navneteweyî pêkan e."

Tê bibîrxistin ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê wê di 11`ê Adarê de kongreyek li bakurê gundewarê Tebqayê li bajarok El-Cirniye lidar bixe. Piştre wê endam ji meclisên Tebqa û her du gundewarên bakur û rojhilatê ve bêne hilbijartin da ku tev li kongreya giştî ya partiyê bibin. tê payîn ku hejmara delegeyên kongreyê di navbera 150 heya 200 endman de be.

(şx)

ANHA