Piştî hevdîtina Putin û Erdogan, li qada Idlibê rageşî zêdetir bû

Piştî hevdîtina Erdogan û Putin bi dawî bû, hêzên rejîma Sûriyê nuqteyek leşkerî ya Tirkiyê topbaran kirin. Dewleta Tirk ji aliyê xwe ve Seraqib û gundewarên wê kirin hedef.

Piştî hevdîtina Putin û Erdogan, li qada Idlibê rageşî zêdetir bû
5 adar, 2020   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan eniyên Seraqib ê rojhilatê Idlibê topbaran kirin. Hemxwetî balafirên bê mirov ên Tirkiyê nuqteyên rejîmê yên li bajarê Seraqibê kirin hedef.

SOHR‘yê diyar kir ku komên çete amadekariyên êrişan li dijî eniyên rojavayê bajarê Seraqibê dikin.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên rejîmê bi obusan nuqteyên hêzên Tirkiyê yên li bajarokê Neyrebê topbaran kirin, têkildarî ziyanên mirovî agahî neda.

Hêzên rejîmê êrişên xwe yên li ser eniyên Fetîra û Filêfilê didomin. Di navbera wan û çeteyên Tirkiyê de şerên giran rû didin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê di nava 48 saetên dawî de êrişên xwe zêde kirin, gundewarên Seraqib, Erîha, Meret Misrîn, herêmên Cebel Zawiya yên bejahiya Idlibê, Sehil Xab ê bakurê rojavayê kirin hedef.

Li gorî SOHR, balafirên şer ên girêdayî rejîma 8 caran êrişî Cebel Zawiya kir.