`Têkoşîna jinê doza civaka ku banga azadiyê dike`

Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê got: "Têkoşîna jinê ne tenê dozek girêdayî jinan e, lê belê doza civaka ku banga azadî û pêkanîna aştî û biratî li cîhana me dike. Partiya Pêşerojê ya Sûriyê; partiya jinên ku ji ber hovîtiya zordestiyê azar kinşandine, partiya Şehîd Hevrîn Xelef e ya ku bi biratiya gelan bawer kir."

`Têkoşîna jinê doza civaka ku banga azadiyê dike`
5 adar, 2020   16:41
KOBANÊ

Bi boneya 8`ê Adarê Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê daxuyaniyek da raya giştî. Endama buroyê Zehra Liwîs daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

‘‘Ji bo tevahiya jinên cîhanê û jina têkoşer e. Cîhan her sal bi destkeftiyên jinê û rolên wê di tevahiya warên jiyanê de pîroz dike. Îro roja bîranîna wêrekiya jin di dîrokê de ye.

Jin her sal di 8`ê Adarê de vê boneyê bi rengek nû û taybetmendiyek cûda pîroz dike. Her sal jin rolên mezin dilîze ji bo ku civak û pergalên serdest biguhere û pêşeroja xwe bi rêya destkeftiyan û têkoşîna xwe bidest xistine xêz bike. Îro roja diyarkirin piştgiriya tevahiya jinan li welatên cîhanê ye, roja pîrozkirina destkefiyan e bê cudahiyek etnîkî yan jî ziman an jî çandî yan jî siyasî. Jinê ji cîhanê re pêşketinek mezin bidest xist.

Têkoşîna jinê ne tenê dozek jinan e lê belê doza civaka ku banga azadiyê dike. Ew roja têkoşînê ye û derfetek girîng e jin bi rêya wê wateyên edalet û wekheviyê belav dike û aştî û biratî di cîhana me de dide rûniştandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tecrubeya jinê ya giranbuha dibînin. Ev tecrubeya tekane ya ku mirov dikare bejna xwe li hemberê bitawîne, jinê di wê tecrubeyê de li hember dagirkeriyê li ber xwe da, redkirina zordestiyê rave kir û hêviyên wê di kar de di tevahiya waran de anî ziman.

Partiya pêşerojê ya Sûriyê ya ku ji bo Sûriyeya demokratîk û parastina destkeftiyên gel ên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hatine bidestxistin û dabîkirina mafên jinê di destûrê de kar kiriye. Ew partiya jinên ku ji ber hovîtiya zordestan azar kişandine. Partiya Şehîd Hevrîn Xelef e ya ku bi biratiya gelan bawer kir, di baweriya xwe de sozdar bû û teqez bû ku çareserî tenê bi yekrêziya jin, mêr bi tevahiya pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tê. Hevrîn rolek di rêvebirina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de lîst. Şehîdxistina wê bi rêbazek kirêt ji hêla komên çeteyan ve îsbat dike ku dijminên welat ji jina zana û têkoşer ditirsin.

Bi boneya 8`ê Adarê em jina Sûriyê pîroz dikin. Em banga yekitiya axaftin û hêviyan dikin. Em bi hev re kar bikin ji bo ku aştî were bicihkirin û Sûriyeya demokratîk ava bibe. Welatê ku mafên jinê di destûr û jiyanê de misgor dike.‘‘

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3pkiMoSRtOE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>