HRE’yê li Efrînê li çeteyan da: 7 kuştî

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeyên Raco, Bilbil û Şêrawa li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 3 çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

HRE’yê li Efrînê li çeteyan da: 7 kuştî
5 adar, 2020   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku di 3’yê Adarê de li navçeyên Raco, Bilbil û Şêrawa yên kantona Efrînê li dijî çeteyan çalakiyên sabotajê li dar xistine û di van çalakiyan de 7 çete hatine kuştin, 5 çete birîndar bûne û 2 erebe jî hatine rûxandin.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ne:

“Roja 3’yê Adarê; hêzên me di navbera gundên Berbenê û Qopê yên bi ser navçeya Raco ve, gundê Zarê yê bi ser naveçeya Bilbilê ve û gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa ve li dijî bendên kontrolê yên komên çete rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama rêzeçalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 5 çete birîndar bûn û 2 seyare jî hatin rûxandin.

Her wiha artêşa dagirker bi obusan gundên navçeya Şêrawa bê navber topbaran kirin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GSjhYka1Cn0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>