​​​​​​​Li Marê çalakiyeke bi bandor a HRE`yê, 4 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn

​​​​​​​Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyeke din li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Marê lidar xist û di encamê de, 4 çete hatin kuştin.

​​​​​​​Li Marê çalakiyeke bi bandor a HRE`yê, 4 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn
4 adar, 2020   09:33
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Di roja 3`yê Adarê de, hêzên me li derdora bajarê Marê li hemberî noqteyek çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şera û gundên herêma Şehba bênavber bi obus û hawanan bombebaran dike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja 1`ê Adarê, HRE`yê li derdora bajarê Marê çalakiyek li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xist û di encamê de, 2 çete hatin kuştin.

(kc)