​​​​​​​Dewleta Tirk nuqteya rejîmê ya li Dirbêsiyê hedef girt

Hêzên dewleta Tirk a dagirker nuqteya hêzên rejîma Sûriyê ya li Dirbêsiyê ya li ser sînor, bi çekan hedef girt.

​​​​​​​Dewleta Tirk nuqteya rejîmê ya li Dirbêsiyê hedef girt
4 adar, 2020   08:26
HESEKÊ

Çavkaniyên herêmî ragihand ku di saetên şevê de hêzên dewleta Tirk a dagirker, hêzên rejîma Sûriyê yên li ser sînor belav bûne, hedef girtin.

Nûçegihand bal kişand ser ku nuqteya ku hatiye hedefgirtin li gundê Hewaşiyê ye ku 4 km dikeve rojhilatê navçeya Dirbêsiyê ya li ser rêya Dirbêsiyê-Amûdê.

Di encama hedefgirtinê de tu birîndariyên hêzên rejîma Sûriyê çênebûn, her wiha hêzên rejîmê tu bersiv neda çavkaniyên êrişê.

fr

ANH