Çalakiya li Reqayê bang mezinkirina têkoşînê ta azadiya Ocalan kir

Çalakiya şêniyên Reqayê ya bi armanca eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja duyemîn de bi dawî bû. Di çalakiyên de banga mezinkirina têkoşînê ta azadiya Ocalan hate kirin.

Çalakiya li Reqayê bang mezinkirina têkoşînê ta azadiya Ocalan kir
Çalakiya li Reqayê bang mezinkirina têkoşînê ta azadiya Ocalan kir
Çalakiya li Reqayê bang mezinkirina têkoşînê ta azadiya Ocalan kir
Çalakiya li Reqayê bang mezinkirina têkoşînê ta azadiya Ocalan kir
Çalakiya li Reqayê bang mezinkirina têkoşînê ta azadiya Ocalan kir
3 adar, 2020   16:52
REQA

Çalakiya konvendê ji aliyê Meclisa Ciwanên Reqayê ve bi banga eşkerkirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ve duh destpê kir. Çalakî li taxa Ekrad a bakurê bajêr di roja duyemîn de bi xwendina daxuyeniyekê bi dawî bû.

Ji saetên sibehê ve bi sedan şêniyên Reqayê, li gel endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên Reqayê herikîn bin konê çalakiyê.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqa fermandar Ebû Casim El-Reqawî axivî û got: "Bi saya ramên rêbertî ev erd hate rizgarkirin û ewlehî û aramî peyda bûn.  Ji vir ji pêşiya kon em ê têkoşînê ji bo azadiya Ocalan û eşkerekirina rewşa wî mezin dikin."

Di çalakiyê de hevsesroka Şaredariya Cidêdat a gundewarê rojhilatê Reqayê Meyada Derwîş diyar kir ku bi saya fikirê rêbertî  jin rola xwe di saziyên sivîl û leşkerî de dilîze. Meyada bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike û Rêber Abdullah Ocalan azad bike.

Her wiha bi navê Saziya Karûbarên Olî ya Reqayê Şêx Elî Nayîf axivî û got: "Dewleta Tirk bi navê ola Islamê dixwaze serdema desthilata sultanên Osmanî vegerîne. Lê Islam jê û ji mezinê wê yê terorîst ê ku îdiayêa parastina gelê Sûriyê dike bêrî ye."

Di dawiya çalakiyê de endamê Rêveber ê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ehmed Îsa daxuyanî xwendin û got: "Em şehîdên netewa demokratîk ên ku di oxira jiyanek azad û bi rumet berdêlên giranbuha dan bi bîr tînin. Divê em nas bikin bê şehîdan çi emanet  daye me, êşa di birînên me de û azarên girtiyên me.

Em li vir ne mêvan in, em xwediyê vê axê ne. Silav ji bo hemû berxwedêran. Îro ji vir ji bajarê Reqayê em nameyekê ji cîhanê re dişînin a ku guhê xwe ker kiriye û çavên xwe li hemberî komkujiyên mirovahiyê û komploya ku heta roja me ya îro li dijî rêber û fîlozofê gelan Abdulalh Ocalan girtine.

Em ji faşîzma Tirk re dibêjin sebra me test neke, ji ber ku yê li derdora girtîgha rêbertî tê de ye agir derxist wê agir li rûyê wî bikeve û tu kes nikare roja me tarî bike.

Bendên rêbertî ji me re rûmet e, ji ber desthilatdar hilweşand û rêya azadî, rumet û demokrasiyê ji gelan re xêz kir. Em ji rêbertî re dibêjin; em bi te re tu di dilê me de ye.

Desthilat Erdogan dixwaze em li ser xaka xwe bibin çete, dixwaze xaka me dagir bike, lê bi saya fikirê rêbertî  û Hêzên Sûriya Demokratîk em nahêlin çeteyên faşîst derbasî xaka me bibin.

Ji bin konê rûmetê yê li Reqayê em soz didin tee y rêber ku em ê têkoşînê bidomînin ta serkeftinê pêk bînin, ji ber ku hûn mînaka berxwedan û mirovahiyê ne.

Em bnag li ciwanên Sûriyê dikin ku li hember desthilata serdemê Erdogan û çeteyên wî bibin yek da ku rêbertî ji girtîgehê rizgar bikin, ji ber ku ew ronahiya azadiyê dide me."

ANHA