El-Esed: Hilbijartina giştî wê 13’ê Nîsanê pêk bê

Serok rejîma Sûriyeyê Beşar El -Esed ragihand ku wê hilbijartina giştî 13’ê Nîsanê pêk bê.

El-Esed: Hilbijartina giştî wê 13’ê Nîsanê pêk bê
3 adar, 2020   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Destûra Bingehîn a Sûriyê her çar salan hilbijartina giştî pêk tê. Hilbijartina dawî 2016’ê hatibû kirin Partiya Baas û îtifaqên wê li cihên ku sindoq lê hatibûn danîn li parlementoya xwedî 250 kusiyan piranî bidest xistibû. Hilbijartinên ku li welatê ku 9 salin di nava şer de ye, ji aliyê muxalefet û civaka navneteweyî ve ne rewa hatibû nîşandan. Neteweyên Yekbûyî jî encamên hilbijartinê nas nekiribû.

Rejîma El-Esed a bi daxuyaniyekê diyar kir ku hilbijartina wê 13’ê Nîsanê pêk bê. Hê nayê zanîn bê ka wê hilbijartin çawa bê kirin û çi li xwe bigire. Nexasim hê gelek herêm di bin dagirkeriya rejîma Tirkiyeyê de ne.