Çarenûsa 30 hezar xwendekarî ne diyar e

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Girê Spî kir, bi hezaran zarok ji kantonê koçber bûn. Qaşo rêxistinên mafê mirovan ên îdea dikin ku mafê mirovan diparêzin, li hemberî hemû binpêkirinên dagirkeran bêdeng man. Niha jî çaranûsa 30 hezar xwendekarên kantona Girê Spî ya dagirkirî ne diyar e.

Çarenûsa 30 hezar xwendekarî ne diyar e
Çarenûsa 30 hezar xwendekarî ne diyar e
Çarenûsa 30 hezar xwendekarî ne diyar e
Çarenûsa 30 hezar xwendekarî ne diyar e
Çarenûsa 30 hezar xwendekarî ne diyar e
Çarenûsa 30 hezar xwendekarî ne diyar e
3 adar, 2020   05:35
EYN ÎSA

Piştî dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, wek lawê xwe DAIŞ’ê binesaziya herêmên dagir dike, wêran dike û saziyên zanistî û xizmetguzarî dike hedef.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de li dijî kantona Girê Spî zarok ji mafên xwe yên herî xwezayî mehrûm kirin.

Yek ji van mafan jî xwendine mafê zarokan yê xwendinê ye. Piştî ku  bajar û gundên wê hatin dagirkirin, zêdetirî 75 hezar sivîl ji warên xwe hatin koçberkirin. Zarokên koçberan li gorî cihên tê de bicih dibin, ji dibistanekê diçin dibistaneke din. Ew jî bandor li ser perwerdeyê dike.

Girê Spî jî yek ji herêmên ku ji dagirkeriyê para xwe girtiye. Ji 426 dibistanan 296 dibistan hatin girtin.

Niha 130 dibistanên girêdayî navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê ji hêla Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin. Lê di nav de derdora 30 dibistan ji ber topbarana bêserûber a artêşa Tirk a dagirker bi temamî rawestîn. Ji ber wê şênî tirsîn û zarokên xwe neşandin dibistanê.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê piştî gelek gerên meydanî karî şêniyan teşwîq bike zarokan bişînin dibistanê. Ji ber wê gelek dibistan vekirin û 8 hezar û 735 xwendekar vegerandin perwerdeyê. Lê dîsa topbarana bêserûber a çeteyan li dijî gundên rojava hemleya komîteyê asteng kir.

Berdevka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Girê Spî Amgîhan Hesen got: "Ji ber topbarana dawîn li dijî gundên rojava û başûr em neçar man du dibistan li gundê El-Cirin, du li Bexdîk, yek li Hiriye, yek li gundê El-Fase bigirin. Ji ber wê bi sedan xwendekar ji mafê xwendinê mehrûm man."

Emgîhan Hesen şaş ma çima rêxistinên têkildarî mafên mirovan reftariyên dewleta Tirk û çeteyên wê paşguh dikin. Emgîhan sloganên wan rêxistinan bi `Hibra li ser kaxizê` wesifand.

Hejmara xwendekarên kantona Girê Spî û navçeyên wê beriya dagirkirinê 38 hezar xwendekar bûn. Hezar û 800 mamoste perwerdeya wan digirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fuS8aclFMPE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>