Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn

Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê li navçeya Şedadê semînerek li ser 8‘ê Adarê da.

Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Şedadê têkildarî 8‘ê Adarê semînerek hate dayîn
2 adar, 2020   18:20
HESEKÊ

Semîner bi beşdarbûna bi dehan jinên navçeyê hate dayîn.

Bi navê Buroya Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Rîhab Ceco axivî, behsa jiyana têkoşer Sakîne Cansiz û hevalên wê, Bêrîtan, Hevrîn Xelef û Dayika Aqîde kir û got, bi saya têkoşîna jinan 8‘ê Adarê tê pîrozkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Muna Yûsif bal kişand ku jin di gelek qonaxên dîrokê de bê maf hatibû hiştin bûyî ku qanûnên hebin ku mafên wan biparêzin. Muna anî ziman ku 8‘ê Adara roja şoreşa jin a li hemberî zulmê ye.

ANHA