Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Divê bêsinciya dewleta Tirk a li dijî Ocalan bê eşkerekirin

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê îro bi daxuyaniyekê bal kişand ser şewata li girava Îmraliyê û bang li akademîsyen û rewşenbîran kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li ser Ocalan eşkere bikin. 

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Divê bêsinciya dewleta Tirk a li dijî Ocalan bê eşkerekirin
2 adar, 2020   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê îro têkildarî şewata li girava Îmraliyê ku rêber Abdullah Ocalan tê de dîlgirtî ye, daxuyaniyek da tê de destnîşan kir ku divê akademîsyen û rewşenbîr piştgiriyê bidin rêber Abdullah Ocalan û bêsinciya rayedarên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan eşkere bikin.

/kr/uploads/files/2020/03/02/123532_-2-3-2020-2.webp

Bi zimanê kurdî Mîdya Kenan û bi zimanê erebî jî Yasmîn Mehmûd Mislim daxuyanî xwend.

Daxuyaniya xwendekarên Zanîngeha Kobanê wiha ye:

“Di rewşeke biguman de, li girava Îmraliyê ya ku rayedarên Tirk ramanwer Abdullah Ocalan tê de dîl kiriye, şewat pêk hatiye û dibe ku ev agir bi zanebûn jî pê ketibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên Tirk heya niha bê deng in, tu zelalî der barê tenduristiya ramanwer Abdullah  Ocalan de nekirine û rê nadin ku parêzerên wî serdana wî bikin ji bo ku başiya tenduristiya wî tekez bikin. Ev jî dihêle ku guman li ser vê mijarê çêbin.

Rayedarên Tirk bi zîhniyeta xwe ya faşîst pêşî li azadî, demokrasî û rizgarkirina gelên bindest digire. Dema ku em di dîrokê de lêgerînan dikin, dibînin ku piraniya fîlozof û zanyaran bi giyanê mirovperweriyê ji malzaroka dîrokî bûne, her wiha pêşî li zîhniyeta koletî û desthilatdariyê girtine. Fîlozof Abdullah Ocalan berdewama wan fîlozofan e.

Em wek Zanîngeha Kobanê pişaftina çandî û fizîkî ya ku rayedarên Tirk di kesayeta Ocalan de li ser gelan didin meşandin, şermezar dikin. Zêdetirî wê em di hizrên wî yên hemdemî de çareseriyê ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re dibînin. Ev hizr û fikr dikarin Rojhiata Navîn bigihînin demokrasiya rast jî.

Em bang li akademîsyen, rewşenbîr û xwediyên pênûsên azad ên li dijî dîktator û rêxistinên desthilatdar derdikevin, dikin ku piştgiriyê bidin hizirîner Abdullah  Ocalan û bêsinciya rayedarên Tirk li qadê eşkere bikin.

Di heman demê de em ji mafnas, saziyên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl daxwaz dikin ku helwesta xwe der barê kiryarên rayedarên Tirk de bidin, ji ber ku ev berpirsyariya exlaqî li hemberî dîrokê wek tawan ranekin.

Aramî, aştî û azadî ji ramanwer Abdullah  Ocalan re.

Şermî ji rayedarên dewleta Tirk re.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O2Jjlr5P9Dg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>