Mijarên rojnameyên erebî – 2 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi taybet geşedanên li Idlibê û arîşeya di navbera Tirkiye û Îranê de. Her wiha rewşa Lîbyayê û têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de û mijara belavbûna vîrusa Koronayê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 2 Adar
2 adar, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ŞERÊ IDLIBÊ MASKEYA DOSTANIYA TIRKIYE Û ÎRANÊ DIDE ALÎ

De barê rewşa li Idlibê û têkiliyên Îran û Tirkiyê de rojnameyê nivîsî: “Şerên li parêzgaha Idlibê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê, têkiliyên di navbera Îran û Tirkiyê de ber bi dawiyê ve birin û nakokiyên kûr ên di navbera wan de eşkere kirin, çaxê ku milîsên Hizbullahê yên ku li kêleka hêzên rejîma Sûriyê şer dikin, xwe dîtin ku ketine ber agirê hêzên Tirkiyê, vê yekê Îran tengav kir û kir ku Tirkiyê hişyar bike.

Di encama bombebarana hêzên asmanî yên Tirkiyê li dijî herêma di navbera Meret El-Nûman û Seraqibê de, nêzî 15 endamên Hizbullahê hatin kuştin ku di nava wan de fermandar jî hebûn, her wiha gelek çekên giran hatin rûxandin.

Bi vî awayî têkiliyên Îran û Tirkiyê bûne mîna yên Tirkiyê û Rûsyayê, ji ber ku Erdogan nikarî berjewendiyên welatê xwe bi Rûsyayê re bi rê ve bibe. Ji ber ku nakokiya wan li Idlibê kûr bûn, Tirkiyê li beramberî du bijarteyan bû; yan dê dest ji şervanên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nasra) berde û parêzgehê radestî rejîma Sûriyê û hevalbendên wê yên Îranî û Rûsyayê bike, yan dê bikeve beramberiyeke leşkerî, ev jî pir rîskên mezin bi xwe re tîne.

Tevî nakokiyên giran ên di navbera Enqer û Moskovê de, lê Enqereyê li dijî Tehranê wêrektir bû, hêzên girêdayî wê bombebaran kirin.

Xuya ye ku Tirkiye û Rûsya naxwazin yekser bikevin şerekî li dijî hev li Sûriyê, lê her du alî ji hebûna Îranê ya li wê deverê ne razî ne.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye bi şerên li dijî baregehên Hizbullahê hewl dide desthilata Îranê li wir kêm bike û destên wê yên li herêmê bibire.”

EL-BEYAN: RÛSYA Û TIRKIYE… GELO DÊ LÎBYA BIBE QADA PEVÇÛNÊ?

Der barê rewş û geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Piştî ku nakokiyên kûr ên Tirkiye û Rûsyayê der barê aloziya Sûriyê de derketin pêş, bi taybet di mijara Idlibê de, vê carê di mijara aloziya Lîbyayê de tiştekî wiha xwe dide diyarkirin.

Berovajî hemû salên derbasbûyî, niha zimanê rayedarên Rûsyayê û daxuyaniyên wan li hember hev tûj û dijwar bûye. Wekî çawa di daxuyaniya dawiyê ya cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov hate diyarkirin. Bogdanov bi acizî diyar kir ku raporên pisporên Konseya Ewlehiyê yên ku dibêjin Enqere çekdarên Sûriyê vediguhêze Lîbyayê, rast in.

Rûsya ji ber mijara ku Tirkiye hêzan vediguhêze Lîbyayê bi fikar e, her wiha daxuyaniyên Erdogan ku dibêje çeteyên Rûsyayê li Lîbyayê hene, hin gumanan dide pêş, ka gelo dibe ku Lîbya bibe qada nû ya pevçûnên Rûsyê û Tirkiyê, tevî ku erdnîgariyeke dûr e, her wiha di navbera her du dewletan de têkilî û hevkarî heye.

Serokê Navenda Rûsya-Cîhana Îslamî ya Lêkolînên Stratejîk Şamîl Sultanov got eger ‘Astanaya Lîbyayê’ di navbera Moskov û Enqereyê de pêk bê, dê agirê pevçûnê vemire. Lê ew dibêje ku ev rewş jî dê dirêj nebe, weke çawa li Sûriyê dirêj nekir. Ji li Sûriyê baweriya Rûsyayê bi Tirkiyê şikest ku weke aliyekî garantor tev bigere, ji ber ku Tirkiyê her xwest li ser nakokiyên Rûsya û Amerîkayê bazaran bike.

Sultanov dibêje ku dibe di navbera her du aliyan de pevçûn rû bide li Lîbyayê, ji ber her yek ji wan piştgiriya aliyekî dike. Lê bîranînên dîrokî bandora xwe ya derûnî li ser têkiliya her du welatan dike, her du welat di nava 3 sedsalên dawiyê de 15 caran li dijî hev şer kiriye.”

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA SOZ DIDE KU DI NAVA 6 HEFTEYAN DE DERMANÊ KORONAYÊ ÇÊKE

Der barê mijara belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: "Cîgirê serokê Amerîkayê Mic Benis, got dibe welatê wî di nava 6 hefteyan de dest bi ceribandina dermanê vîrusa Koronayê bike. Ta niha li 6 welatan nêzî 86 hezar kes bi vîrusê ketine, 3 hezar ji wan mirine.

Belavbûna vîrusê bandor  li gelek çalakiyên olî û çandî kir, li Ewropayê gelek mizgeftan dest bi tedbîrên pêşîgirtina vîrusê kir, dêrên Îtalya û Koreya Başûr jî ayînên xwe ji dûr ve bi rêya înternetê dikin, li Parisê jî Muzexaneya Louvre deriyên xwe girtin.”

(kn)