Gelo tedîbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa koronayê çi ne?

Vîrûsa Korona (Covid-19) gihîşt dewletên cîranê Sûriyê. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di metirsiyê de ku ev vîrûs li herêmê jî belav bibe. Girtek û tedbîrên ku Desteya Tenduristiyê li dijî vê vîrûsê girtine çi ne? Ku hebin jî têrê dikin an na?

Gelo tedîbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa koronayê çi ne?
Gelo tedîbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa koronayê çi ne?
Gelo tedîbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa koronayê çi ne?
Gelo tedîbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa koronayê çi ne?
2 adar, 2020   07:21
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Vîrûsa Korona (Covid -19) ku cara yekem li Çînê di Kanûna 2019‘an derket, bûye rojeva cîhanê. Ev vîrus ku sînorê Çînê derbas kir û li gelek dewletên din ên cîhanê belav bû, bûye xetereyeke cidî.

Nîşaneyên vîrûsê bi tayê û kuxikeke zuha, îltîhaba qirikê, serêşiya giran û ketina tansiyonê dest pê dike.

Li cîhanê ji ber vê vîrûsê bi sedan kes mirin. Vîrûs a ku ji bajarê Wûhan ê Çînê derket,  belavî dewletên Asya û Ewropayê bû û gihişt gelek dewletên Rojhilata Navîn ên mîna Efganistan, Behreyn, Iraq, Kuwêt, Uman, Pakistan û Lubnanê.

Li gor bîlançoyên hate diyarkirin, li seranserî cîhanê 82 hezar kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 2 hezar û 600 mirine.

Li ser asta Rojhilata Navîn, Wezareta Tenduristiyê ya Îranê roja şemiyê ragihand ku 9 kesên din ji ber vê nexweşiyê miri e. Bi vê yekê re hejmara kesên bi vê nexweşiyê li Îranê mirine derket 43 kesan. 593 kesên din bi vê vîrûsê ketine.

Li Kuwêtê jî roja şemiyê hate ragihandin ku 45 kes bi vê vîrûsê ketine, li Umanê jî 6, Behrên 36, Îmarat 21, Lubnan 7.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî roja şemiyê diyar kir ku 5 kes bi vê vîrusê ketine, bi vê yekê hejmara kesên korana bi wan re derketiye, gihîşt 13 kesan.

Vîrûsa Koronayê gihîşt dewletên cîranê Sûriyê. Televîzyona Kanal 13 a Îsraîlê roja şemiyê diyar kir ku welatiyek bi vê vîrûsê ketiye ku bi balafirê ji Stenbolê dihat.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber vîrûsa Koronayê deriyên sînor girtin.

Li bajarê Qamişlo, xwendekara refa 8‘an Nûr Hisên a ji taxa Qidûrbek metirsiya xwe ji ber vîrûsa Koronayê anî ziman. Nûr got: “Ji ber vê yekê bi tenê diçim dibistanê û ji nexweşên şewbê dûr dikevim. Ez maske datînim. Ji ber ku piştî vîrûsa Koronayê li dewletên cîranê belav bû em jî ketin nava tirsê.”

 Welatiyê bi navê Mihemed Ebdî ku mask daniye, dibêje: "Sûriye ji dewletên nepêşketî ye û derferên me kêm in ku xwe ji vê vîrûsê biparêzin. Divê her kes şîratan bi cih bînin, maskan deynin, destê xwe bişon û zêde têkiliyan çênekin. Danîna maskan ji bo parastinê ji vîrûsa Koronayê têrê nake."

Ji bo kesên ku derbasê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin û ji tirsa ku ev vîrûsa bi wan re hebe, Desteya Tenduristiyê nuqteyek tenduristiyê li deriyê Sêmalkayê vekir. Ku kesên derbas dibin germahiya laşên wan kontrol dikin.

TEDBÎR

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Raperîn Hesen ji ajansa me re diyar kir ku heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşên bi vîrûsa Koronayê nedîtine û wiha domand: "4 rewşên bi guman hebûn, me têkilî bi Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê re çêkir. Me ew kes şandin wezaretê. Di encamê de diyar bû ku ew bi vîrûsê neketine.”

Têkildarî tedbîrên ku ji bo rêgirtina li ber vê nexweşiya têger Raperîn Hesen destnîşan kir ku du navendên tenduristiyê li herêma Cizîrê hatine vekirin, yek li bajarê Hesekê  û ya din li bajarê Qamişlo. Raperîn got, li gorî rewşa niha wan tedbîrên girîng girtine.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w-NoxrzJcZw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>