Ciwanên Hesekê: Em ê çalakiyan bidomînin ta agahiyekê ji Rêberê xwe digirin

Ciwanên bajarê Hesekê got "Dewleta Tirk a dagirker nikare vîna azad a ciwanan bişikîne. Em ê çalakiyan bidomînin heta agahiyekê ji rêber Abdullah Ocalan bigirin."

Ciwanên Hesekê: Em ê çalakiyan bidomînin ta agahiyekê ji Rêberê xwe digirin
2 adar, 2020   07:08
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM – HENAR ÎBRAHÎM

Di 27’ê Sibatê de şewatek li girava Îmralî ku rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, derket. Ji wê rojê ve ji bo agahiyek ji rêber Ocalan were girtin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin.

Ciwanên bajarê Hesekê nerazîbûn nîşanî kiryarên hikûmeta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan da.

Ciwanê bi navê Basil Salih ê ji navçeya Şedadê got: “Armanca dewleta Tirk ji şewata ku li girava Îmraliyê derket ew e ku fikirê neteweya demokratîk têk bibe.  Wekî ciwan em ê çalakiyan bidomînin ta agahiyek li ser rewşa tenduristî ya Rêbertî bigirin."

Emar Mihemed ê ji bajarê Hesekê bi bîr xist ku zêdetirî 21 salan e dewleta Tirk rêber Abdullah Ocalan girtî ye. Mihemed got: “Ji wê demê ve her cure zulm û binpêkirinan li dijî Rêbertî dimeşîne. Herî dawî li girava Îmraliyê ya ku rêber Ocalan lê girtî ye şewatek derxist. Em ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê heta dawiyê li ser xeta Rêbertî bimeşin.

Em bang li dadgeha navdewletî dikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze. Ji ber sûc û binpêkirinên wê yên li dijî gelên herêma me û tecrîda girankirî ya ne exlaqî ya li ser rêber Ocalan ferz kiriye. Em bang li sûriyan dikin ku bi projeya neteweya demokratîk re bibin yek ku  dawî li alozî û dagirkeran were."

Ciwana bi navê Ahîn Elî ji bajarê Hesekê jî got: “Ji ber rewşa dewleta Tirk aloz dibe, rêbazên hovane li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêbertî bi kar tîne. Şewata ku li girava Îmraliyê jî delîlê vê yekê ye. Dewleta Tirk û çeteyên wê xak û welatê me dagir kirin, ev jî delîleke din e ku dewleta Tirk ji projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ditirse. Ji ber vê yekê  ji bo têkbirina vê projeyê zilmê dike."

Ahîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê çalakiyan berdewam bikin ta agahiyek ji Rêbertî bigirin. Ji ber azadî û tenduristiya Ocalan azadî û tenduristiya me ye. Tu kes nikara îradeya me ya ku Rêberê me daye me, bişikîne.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p9GHVljIKiU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>