Li kampa Holê şewat

Li kampa Holê agir bi du konên ayidê çeteyên DAIŞ‘ê yên ji Sûriyê ket. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Li kampa Holê şewat
1 adar, 2020   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li beşê 5‘an ê kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji Sûriyê tê de ne agir bi du konan ket.

Li gorî agahiyên ku rêveberên kampê dane ANHA‘yê, kesên di kon de beriya ku şewat derkeve ji kampê reviyan, ji ber şewatê ziyanên madî çêbûn.

Rêveberê kampê destnîşan kir ku lêpirîn der barê vê şewatê de vekirine û got, guman hene ku jinên DAIŞ‘ê yên navê "Ketaîb El-Husba" lê xwe dikin ev şewat derxistine û destnîşan kir ji ber ku hemû binpêkirin û sûc ji aliyê wan ve têne kirin ku her kesên hewl didin ji fikirê DAIŞ‘ê dûr bikevin dikin hedef.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ye ji 8 beşan pêk tê di kampê de koçberên ji Sûriyê, penaberên Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji Sûriyê, Iraq û dewletên biyanî.

ANHA