Sersaxî ji malbata şehîd Enes re hate xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê QSD‘ê Enes Selama re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Enes re hate xwestin
1 adar, 2020   14:37
QAMIŞLO

Şervanê QSD‘ê Enes Selama (Şêro Qamişlo) 27‘ê Sibatê dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî şehîd bû. Ji bo şehîd Enes li ber mala malbata wî ya li taxa Cûdî ya bajarî Qamişlo konê sersaxiyê hate vendan. Kon bi wêneyên şehîd Enes, posterên Rêber Abdullah Ocalan û alaên QSD‘ê hat xemilandin.

Bi sedan kes herikin bin kon û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di bin kon de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Ehmed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser şewata li girava Îmraliyê hate derxistin. Ehmed banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Em ê nesekinin ta destûr bê dayîn ku parêzer hevdîtinê bi rêbertî re çêbike."

Endamê rêveber ê Meclisa kantona Qamişlo Fewaz Xelîl diyar kir ku şehîdan di oxira parastina herêmê de canê xwe feda kirine û soza şopandina rêya şehîdan da..

ANHA