Tirkiyê dest bi oprasyona li dijî rejîmê kiriye û naxwaze li hemberî Rûsya be

Îro dewleta Tirk di bin navê"Dira Buharê" li Idlibê dest bi oparasyona li dijî hezên rejîmê kir û piştrast kir ku ew naxwaze bi Rûsyayê re rû bi rû bimîne.

Tirkiyê dest bi oprasyona li dijî rejîmê kiriye û naxwaze li hemberî Rûsya be
1 adar, 2020   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar wiha got: " Dest bi oparasyona"Dira Buharê" piştî êrişên 27’ê Şibatê yên li dijî Idlibê û serkeftî derbas dibe hat kirin, her wiha Enqere naxwaze bi Moskovê re rû bi rû bimîne."

Raporan bal kişandin ser ku dewleta Tirkiyê balafira rejîma Sûriyê xiste xwarê, lê belê Wezareta Parastinê ya Rûsya ev yek derewand û da zanîn ku balafira ku ketiye xwarê ya dewleta Tirk bû.

Îro hêzên rejîmê  ragihand ku li bakur- rojavayê welêt mecala asîmanî li hember balafir û balafirên keşfê hat girtin, nexasim li Idlibê.

(eh)