Minbicê bi boneya 8 Adarê bajar xemiland

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê û bi slogana"Têkoşîna me azadiya me ye û berxwdana me serkeftina me ye"Meclisa Jinên bajarê Minbicê kolan, têketin û çerxerêyên şehîdan xemilandin.

Minbicê bi boneya 8 Adarê bajar xemiland
Minbicê bi boneya 8 Adarê bajar xemiland
Minbicê bi boneya 8 Adarê bajar xemiland
Minbicê bi boneya 8 Adarê bajar xemiland
1 adar, 2020   12:31
MINBIC

Bi rasthatina 8 Adarê Meclisa Jinan a bajarê Minbicê û Gundewarên wê bi hevkariya Meclisa Jinan a Ciwan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dest bi kar û xebata pêşwaziya boneyê kir.

Endama Meclisa Jinan a bajarê Minbicê têketina bajêr, kolanên sereke, çerxerêya başûrê bajêr û çerxerêya Jinan a li rojhilatê bajêr xemilandin. Meclisa Jinan alên Meclisa Jinan û wêneyên şehîdan daliqandin.

Her wiha pankartên bi nivîsên"Bi hatina hewayên bihar û vekirina gul û çîçekan em 8 Adarê li jinan pîroz dikin, Hêviya serketinê ji jinan re dixwazin, Şoreşa ku jinan negire nava xwe ne pêkan e serkeftinan qezenc bike û bi berxwedana jinan dê doza gelan bi ser bixînin"hilgitin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ipoeE5AH10s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>