Rêveberiya Xweser amadebûn xwe ji bo pêşwazîkirina koçberên Idlibê careke din ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga xwe ya pêşwazîkirina şêniyên Idlibê yên ji ber şerê koçber dibin, nû kir û bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî (NY)  kir ku bi awayekî yekser bi wan re koordîne bike da ku alîkariya mirovî bigihînin herêmê. Her wiha tekezî bi pêwîstiya lêvegera biryara xwe ya girtina dergeha El-Yeirûbiyê ya sînorî û pêkanîna berpirsyariyên xwe yên mirovî li hemberî hejmara mezin a koçberan, kir.

Rêveberiya Xweser amadebûn xwe ji bo pêşwazîkirina koçberên Idlibê careke din ragihand
1 adar, 2020   11:32
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî bangawaziya xwe ya ji şêniyên Idlibê re ku berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nû kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi kûrbûna aloziya mirovî li Idlibê ji ber şerê li wir û bandorên wê li ser sivîlên ku di rewşeke xirab re derbas dibin, ku bû sedema pêla koçberiyê ya mezin, hevkarî, ked û tevgereke girîng ji bo sivikkirina azarên wan, pêwîst dike.

Beriya niha jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê wekî parçeyekî ji erk û berpirsiyên wan, ragihandibû ku amade ne erka xwe ya mirovî pêk bîne. Di vê derbarê de em careke din ji xelkê xwe yên Idlibê re dûbare dikin ku em amade ne pêşwaziya wan li gorî derfet û rewşên xwe bikin. Tevî ku hejmarek mezin gihîşt herêmên me û em bi erkên xwe li hermberî wan rabûn."

Lê belê ji ber hebûna bi sed hezaran koçberên li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine , her wiha ji ber dorpêça ku herêm tê re derbas dibe û girtina dergeha El-Yeirûbiyê bi biryara navneteweyî û ji ber kêmbûna daneyên ku ji saziyên NY’yê bi rêya Şamê di dergehê re tên, hê jî gelek astengî hene.

Di vî warî de, da ku Rêveberiya Xweser bi erka xwe ya mirovî li hember pêla koçberiya nû ji Ildibê rabe, rêveberî bang li civaka navdewletî, saziyên navdewletî bi taybetî NY’yê dike ku hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne û pêşniyar û çareyan ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar, pêşkêş bikin. Her wiha divê li biryara xwe ya girtina dergeha El-Yeirûbiyê careke din di ber çavan re derbas bike û li ser gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê, kar bikin da ku em karibin berpirsiyarên xwe yên mirovî li hemberî koçberan bi cih bînin."

Zêdetirî hezar û 500 malbatî ji bajarê Idlibê berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser kampên taybet ji bo koçberan ava dike û alîkariyên mirovî û teduristî bi awayekî dorveger, belav dike.

 (fr)

ANHA