Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi meşekê bang kirin ku divê bi lez hevdîtin bi Rêber Abddullah Ocalan re were kirin û rewşa wî ya tenduristiyê were eşkerekirin.

Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo Ocalan meşiyan
29 sibat, 2020   17:34
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê bi meşekê xwestin bi lez parêzer serdana Îmraliyê bikin û agahiyan der barê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ragihînin.

Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD û pankartên şeremzarkirina dewleta Tirk hatin vekirin.

Girse li kolanên navçeyê meşiyan û li qada Şehîd Delîl mîtîngek lidar xistin.

Li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Cizîrê Dalya Efrîn axivî û got: "Bi navê Koordînasyona Kongreya Star û bi navê saziyên sivîl em siyasetên navdewletî û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê di kesayeta rêberê neteweyî, rêberê azadiyê Abdullah Ocalan de şermezar dikin."

Dalya destnîşan kir ku ji ber şewata li girava Îmraliyê û der barê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ew bi fikar in.

Dalya Efrîn bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike da ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku têkoşînê dewam bikin ta agahî ji Rêber Ocalan re were girtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8dC7wTu04-g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>