Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê di nava çalakiyan de bin heta rewşa Ocalan nas bikin

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi sedan ciwan bi meşekê meşleyî  xwestin rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê di nava çalakiyan de bin heta rewşa Ocalan nas bikin
Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê di nava çalakiyan de bin heta rewşa Ocalan nas bikin
Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê di nava çalakiyan de bin heta rewşa Ocalan nas bikin
29 sibat, 2020   18:04
HESEKÊ

Meş ji pêşiya navenda ciwanan destpê kir û li kolanên sereke yên navçeyê geriya. Ciwanan bê navber dirûşmeyên banga azadiya Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê qîr kirin.

Meş li qada Şehîd Xemgîn rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Kemal Beşar bi navê xwepêşandêran daxuyanî xwend û got: "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di sala 21‘an de berdewam e, komplo gelên Rojhilata Navîn bi giştî û gelê Kurd bi taybet dike hedef."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku şewata li girava Îmraliyê derket û hate gotin ku ev şewat komployek din e ku ramanê azad dike hedef.

Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina fikir û felsfeya Rêber Abdullah dan û gotin wê çalakiyan bidomînin ta agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

Çalakî bi dirûşmeyên  "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.
ANHA