Ciwanên Eyn Îsa: Eger ziyan bighêje Rêber Ocalan em ê nesekinin

Ciwanên navçeya Eyn Îsayê bang kirin ku bi divê bi lez hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin û gotin:" Eger ziyan bighêje Rêber Ocalan em ê nesekinin."

Ciwanên Eyn Îsa: Eger ziyan bighêje Rêber Ocalan em ê nesekinin
29 sibat, 2020   14:36
EYN ÎSA

Ji ber şewata li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan tê de dîl girtiye, hêrsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê der barê mijarê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan ciwanên navçeyê hate xwendin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehra Mihemed daxuyanî xwend, tê de banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di daxuyaniyê de hate got: "Heger ziyan bighêje Rêber Abdullah Ocalan ê ku bi ramanê xwe rêya azadiyê ronî kir wê ciwanên şoreşger nesekine."

Her wiha bang hate kirin ku bi lez divê parêzer hevdîtinê bi Oclana re bike û rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bikin û hate gotin: "Planên kujer Erdogan ê ku li ser xwîna gelê Sûriyê bazaran dike ji tevahî cîhanê re eşkere ye."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dg6Uqxemabo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>