‛Hedefa Tirkiyê şikandina vîna azad û înkarkirina çareyên demokarîk e’

Beşdarên konê protestoyê yê bajarê Hesekê de got: "Kiryarên dewleta Tirkiyê li dijî Ocalan binpêkirinên tevahî hiqûq û mîsaqên navdewletî ne, hedefa wê şikandina vîna azad a li ser bingeha fikr, felsefey demokratî û înkarkirina çareyên demokratîk e."

‛Hedefa Tirkiyê şikandina vîna azad û înkarkirina çareyên demokarîk e’
‛Hedefa Tirkiyê şikandina vîna azad û înkarkirina çareyên demokarîk e’
‛Hedefa Tirkiyê şikandina vîna azad û înkarkirina çareyên demokarîk e’
‛Hedefa Tirkiyê şikandina vîna azad û înkarkirina çareyên demokarîk e’
29 sibat, 2020   13:56
HESEKÊ

Çalakiyên konê protestoyê yê li pêş dibistana Fewaz Colî ya li taxa Kelasê ya li bajarê Hesekê di roja sêyemîn de bi hedefa eşkerekirina tendursitiya rêber Abdullah Ocalan berdewam e.

Îro, endamên PYD’yê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr di çalakiya konvedanê de amade bûn.

Kon bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Soza me şikandina rejîma Îmraliyê û jiyana azad bi rêber Apo re ye" û "Bang li parêzeran dikin bi lezgînî serdana Îmraliyê bikin", hat xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endamê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Ezher Ehmed wiha axivî: "Di demeke ku tevahî gel, bi taybet gelê Kurd azarên zilmê ku li dijî wê tevahî pîvanên heqaretê bi kar tên dikişînin, Abdullah Ocalan li dijî vê fikrê bû. Ji ber ku hê jî parastina fikra biratiya gelan dike."

Ji aliyê xwe ve jî bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalide Botî bal kişand li ser komploya ku hê berdewam e ku tevahî gelên Rojhilata Navîn û ne tenê gelê Kurd hedef digire.

Xalide Botî bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan hatiye ferzkirin bi dawî bikin û bihêlin parêzer serdana rêbertî bikin.

Konê prostestoyê ya ku Kongre Star li kantona Hesekê vegirtiye, dê heta eşkerekirina tendursitiya rêber Abdullah Ocalan berdewam bike.

(fr)

ANHA