550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya kantona Hesekê bawernameyên zimanê kurdî li ser 550 mamosteyên peymangeha Şehîd Roza Cûdî ya li Dirbêsiyê bi dawî kirine, belav kirin.

550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin
550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin
550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin
550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin
550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin
550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin
550 mamosteyên zimanê kurdî bawernameyên derçûnê wergirtin
29 sibat, 2020   13:13
HESEKÊ

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya kantona Hesekê şahiyek li yarîgeha Dirbêsiyê organîze kir  û bawernameyên zimanê kurdî li ser 550 mamosteyên ku peymangeha Şehîd Roza Cûdî di salên 2015, 2016 û 2017’an de bi dawî kirine, belav kirin.

Di merasîmê de bi sedan mamosteyên zimanê kurdî ya navçeya Dirbêsiyê, saziyên li bajarê û gundewarên wê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê Raman Hesaf diyar kir ku ziman nasnameya gel û hebûna wan e, lewre girêdana bi zimanê dayikê erkek e ku divê hemû ferd xwe tê de bisepîne.

Hesaf mamoste spas kir û wiha got: "Em spasiya tevahî mamosteyên ziman ên ku ked di danîna kevirê bingeh ji bo vejandina zimanê kurdî, parastina wê de dane û nifşên ku perwerde bi ziman û çanda xwe dibînin, dikin."

Ji aliyê xwe ve jî Hevserokê Buroya PYD’ê ya Dirbêsiyê Suleyman Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk di binpêkirin û siyaseta qirkirina gelê Kurd, çand û zimanê wê de berdewam e û wiha domand: "Me êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yekser dibistan û peymangeh hedef girtine da ku xwendekar xwendina xwe berdewam nekin, dîtin."

Xelîl anî ziman ku tevî hewldana dewleta Tirk a qirkirina gelê Kurd, lê nahêlin ew zarokên ji fêrbûna zimanê dayik û çanda xwe bê par bimînin.

Piştre navên mamosteyên perwerde bi dawî kirine ya bi hejmara 550 mamoste hat xwendin û bawername radestî wan hate kirin.

 (fr)

ANHA