Malbatên şehîdan: Dê bibin projeya şehadetê heke tenduristiya Ocalan nehat eşkerekirin

Îro bi sedan malbatên şehîdan ên herêma Dêrikê der barê şewata li girtîgeha Îmraliyê ya ku tê de rêber Abdullah Ocalan tê de ye daketin qadan û  piştrast kir ku wek malbatên şehîdan dê bibin projeyên şehadetê heke çarenûsa rêber Ocalan nehat eşkerekirin.

Malbatên şehîdan: Dê bibin projeya şehadetê heke tenduristiya Ocalan nehat eşkerekirin
Malbatên şehîdan: Dê bibin projeya şehadetê heke tenduristiya Ocalan nehat eşkerekirin
Malbatên şehîdan: Dê bibin projeya şehadetê heke tenduristiya Ocalan nehat eşkerekirin
Malbatên şehîdan: Dê bibin projeya şehadetê heke tenduristiya Ocalan nehat eşkerekirin
29 sibat, 2020   13:10
QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanên bihêrs der heqê şewata ku li girtîgeha Îmraliyê ku tê de rêber Ocalan dîlgirtiye rû daye, berdewam in.

Bi sedan şênî li qada Azadî ya li bajarê Dêrikî kom bûn. Bi diruşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê gel dest bi meşa xwe kirin û li kolanên bajarê Dêrikî ber bi sûka navendî ve herikîn. Piştre meş li Qada Şehîdan a naverasta sûkê veguhirî mitîngê.

Di mitîngê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî û wiha got: "Komploya ku dewleta Tirk di 15’ê Sibatê de li dijî gelê Kurd û doza wî di şexê rêber Abdullah Ocalan pêk aniye de rojekê jî ranewestî û rojane êrişên wê li dijî gel zêde dibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk êriş pêk anî û komkujî li dijî pêkhateyên wê pêk anî. Li vê dawiyê jî xwest ku rêber Ocalan bi şewata bizanebûn li girtîgeha Îmraliyê ya bi hedefa şikandina vîna gelan, hedef bigire."

Hesen Ubeyd piştrast kir ku ew weke malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibin projeyên şehadetê heke çarenûsa rêber Abdullah Ocalan nehatin naskirin, dê têkoşîna xwe dewam bikin û bang li NY’yê dikin ku bi lezgînî der barê binpêkirinên li dijî rêber Ocalan de destwerdan bikin.

Meş bi diruşmên  banga azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA