Saziyên Olî: Dewleta Tirk ji rewşa Rêber Ocalan berpirsyar e

Saziyên olî yên kantona Hesekê derbarê şewata li girava Îmraliyê ku  Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye de daxuyanî dan û gotin: “Dewleta Tirk ji rewşa  Rêber Abdullah Ocalan berpirsyar e.”

Saziyên Olî: Dewleta Tirk ji rewşa Rêber Ocalan berpirsyar e
28 sibat, 2020   15:55
HESEKÊ

Endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Meclisa Olî ya Hesekê, Peymangeha Aştî û Zanistinî Şeriî û Fikirî têkildarî şewata li girava Îmraliyê de ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye û ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Ocalan û girtiyên din li ber mizgefta Selam a taxa Kelasî ya bajarê Hesekê kom bûn û daxuyaniyek dan raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endamê Saziya Olî Şêx Besam El-Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, yê ku dîroka dewleta Tirk bixwîne wê sûcên ku Tirkiyê li dijî kesên banga mafên xwe didin û desthilatdariyê red dikin nas bike, heta diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk heta roja me ya îro didome.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola neyinî da dewleta Tirk di aloziya Sûriyê û dewletên cîranê de ya bi hinceta parastina ola xweda û mezlûman û hate diyarkirin ku pêvajoya aştiyê ya ku lîder Ocalan beriya çend salan li Tirkiyê ragihandiye ji doza Kurdî û pêkanîna aştî û jiyana hevbeş e kilîta çareseriyê ye.

Her wiha hate gotin: " Tirkiyê dîsa peyman binpê kir, li dijî azadxwaz û aştîxwazan şer ragihand. Dewleta Tirk hewl dide nasnaneya  Kurd tune bikin, di kesayeta Ocalan de gelek caran hewl dan nasnameya Kurdan tune bike, lê di vê yekê bi bin ket."

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk anî ziman ku dewleta Tirk ji selametiya Ocalan berpirsyar e û bang kir ku "Divê parêzer û malbat serdana Ocalan bikin, ji ber em hemû ji ber vê sûcê bi fikar in ku mijarê aloztir dike û çareseriyê asteng dike. Tirkiye dixebite ku dijminahiyê di navbera gelê Kurd û Tirk ku bira ne derbixîne ku herdu gel vê yekê naxwazin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8oRz99Ph9ys" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>