Li Tebqayê bi sedan kes ji bo Ocalan meşiyan

Bi armanca eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan bi sedan şêniyên herêma Tebqayê daketin qadan.

Li Tebqayê bi sedan kes ji bo Ocalan meşiyan
Li Tebqayê bi sedan kes ji bo Ocalan meşiyan
Li Tebqayê bi sedan kes ji bo Ocalan meşiyan
Li Tebqayê bi sedan kes ji bo Ocalan meşiyan
Li Tebqayê bi sedan kes ji bo Ocalan meşiyan
Li Tebqayê bi sedan kes ji bo Ocalan meşiyan
28 sibat, 2020   13:56
TEBQA


Şêniyên bajarê Tebqayê, tevlî bi sedan endamên komîn û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk beşdarî meşê bûn.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Vemirandina agirê Îmraliyê tê wateya vemirandina hêrsa gel", "Em banga sehkirina jiyana Rêber Ocalan û hevdîtina bi parêzerên wî re dikin"," Bila mirovahî me bîne gel hev û da ku em rêberê mirovahiyê rizgar bikin" û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hilgirtin.

Meş ji ber avahiya Rêveberiya Jinan a Tebqayê dest pê kir û ber bi Navenda Çand û Hunerê ve meşiyan.

Xwepêşandêran sloganên"Azadî ji Ocalan re" berz kirin. Li ber Navenda çand û Hunerê meş veguherî mîtîngê. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Fatima Mihemd axivî û bang li NY`yê kir ku çarenûsa Rêber Ocalan diyar bike.

Paşê ser navê buroya Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê Tebqayê serokê buroyê Musena Abdulkerîm axivî û diyar kir ku bûyera duh li girava Îmraliyê qewimî, komploya li dijî gelan, dewleta Tirk berpirsa jiyana rêbertî ye.

Heveroka Meclisa Sivîl a Tebqayê Macîda Hisên Semah jî axivî û banga hevdîtina bi Rêbertî re kir.

 (eh)

ANHA