Mijarên rojnameyên erebî – 28 Sibat

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa qutbûna rêya vegerê li Idlibê kir û bi wê re diyar dibe ku Erdogan dê li hember bisekine. Li aliyekî din jî rojnameyan behsa binketina parlamentoya Iraqê ya derbaskirina hikumeta nû û hewldana dewletên cîhanê ya li hember vîrûsa Koronayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 28 Sibat
28 sibat, 2020   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa bilindbûna nakokiyên Rûsya û Tirkiyê li Idlibê, aloziya Iraqê û belavbûna vîrusa Korona kir.

EL-EREB: PÛTÎN RÊYA VEGERÊ LI IDLIBÊ LI SER ERDOGAN QUT KIR

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî bilindbûna nakokiyên Rûsya û dewleta Tirk li Idlibê. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsya bangên bênavber ên ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên lidarketina hevpeyvîna li ser asta lûtkeya bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re der barê Idlibê de paşguh kirin. Bangên Erdogan der barê lidarketina hevpevyînê de bi hewldana xwerizgarkirina ji têwerbûna Idlibê ye.

Hin pisporên leşkerî eşkere kir ku Rûsya li beramberî bicoşkirina Erdogan a pevçûnê ye. Lê belê ne pevçûneke bi giştî ye û hedefa wê hişyarkirina Enqereyê ye ku lîstoka li Sûriyê temena wê giran e û şer bi siloganan pêk nayê.

Tevî paşguhkirina  Rûsyayê jî Enqere bi bijarteya dan û standin û diyalogê ve bi hêviya Rûsya hin lihevkirina pêk bîne, girêdayî ye.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku bi şandeya Rûsyayê re nîqaş kir ku mecala asîmanî li pêş firokeyên bêpîlot ên biçek û nebiçek li Sûriyê veke. Her wiha Akar eşkere kir ku dan û standinên bi Rûsyayê re gihîştin nuqteyeke diyar û dê encamên wê di saetên pêş de diyar bibin û helwesta wan li gorî wê bê diyarkirin.

Ev gotinên Akar bi xwe re itîrafa dewleta Tirk tîne ku dan û standin hê di cihê xwe de dizîvirin û nêzî binketinê ne, her wiha nîqaşa lêgerîna ji derketina deriyê diyalogê ne pêkan e û dê sekna li hember hev ihtîmaleke mezin e.

EL-BEYAN: REDKIRIN DENGDAYÎNA LI SER HIKUMETA ELAWÎ DERENG XIST

Der barê Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh parlamentoya Iraqê kom bû ku der barê hikumeteke nû ya ku serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Elawî pêşniyarkirî, erê bikin. Her wiha torên çapemeniyê yên Iraqê bi bîr xist ku erêkirina hikumeteke nû bi sedema redkirina piranî parlamenteran a dengdayînê pêk nehat, ew jî bi sedema nerazîbûna wan a der heqê Elawî de bû."

Dihat payîn ku duh parlamentoyê rûniştineke awarte der barê bawerîdayîna hikumeta Elawî de li dar bixista. Lê gelek parlamenteran red kir. Lê şeva beriya rûniştinê Elawî bi twittekê diyar kir ku dê hikumeta wî bibe ya yekemîn ji bernamzetên serbixwe, pispor û durist re."

ÎMARAT EL-YEÛM: HIKUMETÊN CÎHANÊ AMADEKARIYÊN XWE DER BARÊ KORONA DE DIKIN

Der barê belabûna vîrûsa Korona de rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Duh hikumetên cîhanê da ku pêşî li vîrusa Korona bigirin, bergiriyên pêwîst girtin, ji ber hejmara kesên li derveyî Çînê bi vê nexweşiyê ketine, zêde bûye."

Awustralya û Taywanê tedbîrên awarte û piştî rojekê ku serokê Amerîkayê Donald Trump cîgirê xwe Mike Pence erkdar kir û amaje bi rewşa tenduristiyê ya cîhanê kirin, dan destpêkirin.

DYA`yê û Koreya Başûr da ku pêşî li vîrusa ku di dawiya sala par de li derveyî Çînê berbelav bûbû, bigirin, perwerdeyên leşkerî yên hevbeş bi pêş xistin.Tê zanîn ku par li sûka pez a bajarê Wuhanê vîrusa Korona belav bûbû.

Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison got welatê wî 23 bûyer tomar kirine û li ser vî esasî ferman da nexweşxaneyan ku hem doktoran, hem jî alavên pêwîst ji karkeran re peyda bikin.

(fr-eh)