Rûsyayê Tirkiyê tawanbar kir: Divê leşkerên Tirk ne li herêmê bûna

Rûsyayê dewleta Tirk têkildarî kuştina leşkerên wê yên ku di nava çeteyan de bûn, tawanbar kir û piştrast kir ku sedema bilindbûna şerê li Idlibê hewldana çeteyên a êrişkirina hêzên rejîma Sûriyê ye.

Rûsyayê Tirkiyê tawanbar kir: Divê leşkerên Tirk ne li herêmê bûna
28 sibat, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro daxuyaniyek der barê kuştina zêdetirî 30 leşkerên dewleta Tirk bi derbeyên asîmanî li Idlibê de, weşand.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku balafirên wê tu derbe li herêma Idlibê ku leşkerên dewleta Tirk lê bûn, pêk neanîne.

Wezaretê diyar kir ku Enqereyê Moskov der barê hêzên girêdayî wê li Idlibê de agahdar nekiriye û wiha da zanîn: "Divê leşkerên Tirkiyê li herêmê li gorî agahiyên Tirkiyê pêşkêş kirine, tune bûna. Leşkerên Tirk li nava çekdarên sûrî de bûn dema ku Idlibê duh hate bombebarankirin."

Moskovê duh diyar kir ku sedema bilindbûna şerê li Idlibê hewldana çeteyên girêdayî Enqereyê ya êrişkirina li dijî hêzên rejîmê bû.

Dewleta Tirk ragihand ku 33 leşkerên wê duh di derbeya asîmanî li dijî Idlibê de hatine kuştin, li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyan 34 e.

(fr)