SANA: Balafirên Îsraîlê deverên rejîmê li Quneytra kirin hedef

Li gorî nûçeya di SANA'yê de hatiye parvekirin, balafirên arêtşa Îsraîlê nuqteyên artêşa Sûriyê li deverên Qehtaniya, Huriya û bajarê Quneytra kirin hedef. Di encamê de 3 leşker bi sivikî birîndar bûn.

SANA: Balafirên Îsraîlê deverên rejîmê li Quneytra kirin hedef
27 sibat, 2020   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a SANA'yê ragihand ku  balafirên arêtşa Îsraîlê nuqteyên artêşa Sûriyê li deverên Qehtaniya, Huriya û bajarê Quneytra kirin hedef  û got di encamê de 3 leşker bi sivikî birîndar bûn. Ajansê agahiyên berfireh der barê topbaranê de neda.

Demek beriya niha SANA'yê ragihandinbû ku balafirek bê mirov a Îsraîlê li bajarokê Heder ê Quneytra erebeyek kiribû hedef û got di encamê de sivîl birîndar bibû. Derket ku Berpirsê Çalakiyên Derve yê Hizbullah  Îmad Tewîl e.