Serokê Misirê yê berê Husnî Mubarek mir

Îro serokê berê yê Misirê Mihemed Husnî Mubarek (91) di encama nexweşiyeke demdirêj de jiyana xwe ji dest da.

Serokê Misirê yê berê Husnî Mubarek mir
25 sibat, 2020   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Torên çapemeniyê yên Misirê ragihand ku serokê Misirê yê berê Husnî Mubarek miriye.

Mubarek nêzî 30 salan serokatiya Misirê, piştî kuştina serokê berê Enwer Sedat, kir. Xwepêşandanên gel ên girseyî Mubarek neçar kir ku ji ser desthilatê dakeve û piştre hatibû girtin.

(fr)