Kremlîn: Tu lihevkirin der barê lûtkeya çaralî de tune ne

Kremlînê îro ragihand ku behsa peywendiyên dualî yên di navbera serokê Pûtîn û hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de, nehatiye kirin. Her wiha eşerke kir ku hin aliyên ku tê payîn beşdarî lûtkeya çaralî ya der barê Sûriyê de bibin, ne bi lidarxistina lûtkeyê re ne.

Kremlîn: Tu lihevkirin der barê lûtkeya çaralî de tune ne
25 sibat, 2020   11:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê ya Rûsyayê Dimitry Peskov, ji rojnamevanan re wiha da zanîn: "Di dema niha de behsa peywendiyên dualî nayê kirin. Lê belê der barê pêkanîna hevdîtinekê bi formeke piralî de lêkolîn tê kirin. Her wiha hevdîtinên serok tên birêxistinkirin."

Peskov bal kişand ser lûtkeya çaralî ya tê payîn ku di 5`ê Adarê de li dar bikeve û bi domdarî wiha got: "Me ta niha tu biryar nedane. Ji ber ku hemû aliyên ku tê payîn beşdar bibin, erêniya xwe neaniye ziman."

Li ser pirsa “gelo behsa hevdîtineke çaralî ya bêyî beşdarbûna Macron û Merkel tê kirin?” Peskov got: "Na."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro wiha gotibû: "Lihevkirineke dawî ya der barê lidarxistina lûtkeya çaralî (Rûsya, Tirkiye, Fransa, Almanya) der barê Sûriyê de, nehatiye kirin.”

(cx)