​​​​​​​Li Eyn Îsayê di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şer rû dide- HATE NÛKIRIN

Li ser xeta Şergirakê û Çelbî yên navçeya Eyn Îsayê şerên giran di navbera dewleta dagirker a Tirkiyê û komên wê û hêzên rejîma Sûriyê de diqewimin.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şer rû dide- HATE NÛKIRIN
23 sibat, 2020   15:31
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 3 rojên dawî de êrişên xwe yên li ser nuqteyên hêzên rejima Sûriyê zêde kirine.

Hêzên rejîmê bersivê didin êrişan. Li ser xeta di navbera Şergirakê û gundê Çelbî yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê de şerên giran di navbera komên çete yê dewleta Tirk û hêzên rejîma Sûriyê de rû didin.

Şer didoma, derbarê encamên wî de agahî bidest neketin.

ANHA