Şehîdên meha Sibatê li Til Hemîsê hatin bibîranîn

Cangoriyên azadiyê yên meha Sibatê bi merasîmekê li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo hatin bi bîranîn.

23 sibat, 2020   16:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê bi beşdarbûna bi sedan şêniyan  cangoriyên azadiyê yên meha Sibatê yên ku di dem û cihên cûda de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komên çete şehîd bibûn, li dar xist.

Bîranîn li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Kantona Qamişlo Munzur Şiyar axivî û ev tişt got: "Berdêlê azadiyê giranbuha ye. Ji bo em bighêjin azadiyê divê em fedekariyan bikin. Di şerê Vetnamê de zêdetirî milyon şehîd hatin dayîn. Di şerê Cezaîrê jî ne kêmî milyon şehîd hatin dayîn. Her wiha li şerê Yekitiya Sovet jî zêdeyî 20 şehîd hebûn. Di dîrokê de tu gelî bê şehadet û fedayetî azadî bidest nexist."

Di berdewama merasîmê de, endamê Buroya Têkiliyên Leşkerî Hac Ehmed El-Kîret axivî. Hac Ehmed destnîşan kir ku şêniyên herêmê ji bo azadiya xwe bi dest bixin bûn şervan, ji şehîdan fêrî bûn ku bê azadî jiyan ne pêkan e.

Hac Ehmed El-Kîret diyar kir ku bi saya keda şehîdan gel hişyar bû, xwe birêxistin kir û dest dan hev da ku êrişîn dagirkeran têk bibin.

Piştî axaftinan sinevîzyonek li ser jiyana şehîdên meha Sibatê yên navçeyê û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de hate pêşandan.

Şehîdên hatin bibîranîn ev in, şervanên YPG‘ê Cabir El-Rexîs (Umer Xankî) 2‘yê Sibata 2018‘an li Dêrazorê şehîd bû, Xalid El-Îbrahîm (Şivan Tamne) 6‘ê Sibata 2018‘an li Dêrazorê şehîd bû, Rakan El-Îsa (Tufeyhî Til Îsa) 4‘ê Sibata 2018‘an li Dêrazorê şehîd bû, Ehmed El-Hesen (Dilşêr Til Hemîs) 28‘ê Sibata 2018‘an li Dêrazorê şehîd bû, Samî El-Rexîs (Kamîran Xezaa) 28‘ê Sibata 2018‘an li Dêrazorê şehîd bû û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xeys El-Ebawî 27‘ê Sibata 2016‘an li Silûkê şehîd bû.

ANHA